• DOLAR 32.526
  • EURO 34.853
  • ALTIN 2487.349
  • ...
Zîyaretên Zekerîya Yapiciogluyê yên li Kurdistana Başûr bi dawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, ji bona zîyaretan çûbû Kurdistana Başûr. Yapicioglu bi tevî lijneyê xwe yên li Kurdistana Başûr, bi rayedar û partîyên sîyasî re hevdîtin kir, Yapicioglu zîyaretên xwe bi dawî kir û vegerîya welêt.

Yapicioglu di bergeha zîyaretên xwe de pêşî bi Barzanî re ji bona ku PDKê di hilbijartinê de serketinê kirîye, hevdîtin kir û wan pîrozbayî kir.

Hevdîtina ku ji çapemenîyê re girtî hat kirin nêzîkê seatek berdewam kir.

Yapicioglu di hevdîtinê de ji Mesûd Barzanîyê Serokê Giştî  yê PDKê re hevdîtin kir û di hevdîtinê de ji berku PDKê di hilbijartinê de bi ser ketiye pîrozbahîyên xwe anî zimên.

Her wisa  Yapicioglu bi Şêx Îrfan ‘Elî ‘Ebdulezîzê Serokê Giştî yê Bîzûtnewey Îslamî, Selahaddîn Muhammed Bahaeddînê Serokê Partîyê Yekgirtû, Alî Bapîrê Serokê Giştî yê Komala Dadgerî re jî hevdîtinek kir û wan zîyaret kir.

Yapicioglu di wan hevdîtinên xwe de  derheqê pirsgirêk û zehmetîyên Kurdan de jî axivî û derheqê wan pirsgirêkan de ji bo çareserîyê fikr û ramanên xwe ji hevdû re gotin. û her wisa Yapicioglu  bal kişand ku, partîyên sîyasî lazim e ku bi hev dû re ji bona pêşveçûna gel a maddî û manewî, nexasim ji bo berjewendîya Kurdan xebatan bikin.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, ji hêla din bi serokên partîyên ku di Parlamentoya Kurdistanê de komên wan hene re jî hevdîtin kir. Yapicioglu di vê hevdîtinê de jî bi Zîyad Cebarê Serokê Komê YNKê, Zana Mela Xalîdê Serokê Koma PDKê, Abdussettar Mecîdê Serokê Koma Komala Dadgerî û koma Yekgirtî re mizakere kir.

Yapicioglu Navenda Giştî yê PDKê jî zîyaret kir û bi Hêmîn Hewramî re jî hevdîtinek kir. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir