• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Îşxalkeran  êrîş li şênîyên Taxa Şêx Cerrahê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şênîyên îşxalkerên ku ji teref rejima îşxalker ve tên piştgirîkirin û bi zorîtî bi cîh dibin û malên Misilmanan bi despotî îşxal dikin, êrîş li Misilmanên Filistînîyên li Taxa Şêx Cerrahê kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di serê wan komên ku li Misilmanan êrîş kirine de, Mebûs Itamar ben Gvîrê ku bi dijmintîya misilmanan û bi nijadperestîyê tê naskirin heye.

Şênîyên îşxalker daxwaz kirin ku bi zorîtî bikevin nav baxçeyê malbata Salîm lê belê îşxalker bi yekîtî û bihevrebûna şênîyên Taxê hatin astengkirin.

Îbrahîm El-Maqdisê ku ji malbatê Salim e, derheqê meselê de îfade kir ku rejima îşxalker li hember me provokatîf û êrîşan dike, lê me jî bi micadeleyên xwe van êrîş û provokatîfan da sekinandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir