• DOLAR 32.314
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2278.473
  • ...
HUDA PAR û Barzanî rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên welat gotûbêj kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî gotûbêj kirin.

Hevdîtin doh  li Selahedînê hat kirin. Mesûd Barzanî pêşwaziya li Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û lijneya pê re kir.

Di hevdîtinê de şanda HUDA PARê pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûnerên Iraqê li PDKê kir û di heman demê de jî hevxemiya xwe ji bo malbatên Pêşmergeyên ku ji teref DAIŞê ve hatin kuştin û ji bo ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê bi Barzanî ragihand.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî hat gotûbêjkirin.

Pêşxistina peywendiyên di navbera herdu aliyan mijareke dinî vê hevdîtinê bû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir