• DOLAR 32.522
  • EURO 34.938
  • ALTIN 2430.76
  • ...
Xwepêşandêr mala Serokkomarê Qazaxistanê derdest kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Protestoyên ku ji ber  zema LPGê hatibûn destpêkirin hê jî berdewam dikin.

Di dîmenên ku ji medyaya civakî da hatine belavkirin de tê dîtin ku xwepêşandêran mala Serokkomarê Qazaxistanê yê ku li Almatiyê ye derdest kirine. Di dîmenan de hat dîtin ku di paceyên qata 2yemîn ya malê de agir û dûman derkdikeve.

Pêvçûnên ku di nav polês û xepêşanderan de pêk hatine jî berdewam dikin.

Ji teref çapemenîya Qazaxistanê ve hat ragihandin ku li derdorê mala serokkomarê dûman rabûye û dengê çek û teqînan hat bihîstin.

Protesto doh û îro berdewam dike û di nav xepêşanderan û polêsan de pevçûn pêk hat. Hat destnîşankirin ku ji 200î zêdetir xepêşanderan hatin binçavkirin, him di alîyê polêsan de him jî di alîyê xepêşandêran de kesên birîndar hene.

Qasim Comert Tokayevê Serokkomarê Qazaxistanê, li herêmên ku protesto li wê zêde ne, heta 19ê Çileyê rewşa neasayî îlan kir û di nav seatên 23.00an-07.00an de derketina derve qedexe kir.

Hat ragihandin ku Tokayev li Nursultana Paytexta Qazaxistanê, derheqê qirara rewşa neasayîyê ku ji îro heta 19ê Çileyan de îmze kir.

Di seatên serê sibê de di berdewama protestoyan de hikûmeta Qazaxistanê jî ji wezîfê hat girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir