• DOLAR 32.523
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2435.632
  • ...
Li Hîndîstanê otobûs û qamyon li hev qelibîn: 16 mirî û 24 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Hîndîstanê hatine bidestxistin, qeza li navçeya Pakura bajara Ranchîyê li wîlayeta Jarkandeyê pêk hat. Qamyonekî yê ku tûpa mitbexê bar kirîbû li otobûsekî qelibî.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de di otobûsê de xesarekî mezin pêk hat, li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 16 kes canê xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi embûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. Li gorî daxuyanîyê sebeba qezayê mij û ajotina bêdîqqet e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir