• DOLAR 32.568
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2487.984
  • ...
Xwendekarên Zaningeha Harranê li pêşîya rektorîyê çalakî kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zaningeha Harranê, di sala 2021-2022yê hevotin û hînkirinê de rakirina îmtîhana îkmalê daxuyandibû. Ji ber vê yekê xwendekarên ku ji vê qirarê re reaksîyon nîşan dan, heta rektorîyê meş kirin.

Koma xwendekarên ku li pêşîya rektorîya Kampûsa Osmanbeyê de civîyan, bi pankartên ku li ser wan “Em tiştê ku yê me ye dixwazin”, “ Zaningeha Harranê îmtîhana îkmalê daxwaz dike” dinivisîne destnîşan kirin ku bi Mehmet Sabrî Çelîkê Doxtor,Profesor û Rektorê Zaningeha Harranê ve hevdîtin xwastin.

Xwendekaran ragihandin ku hetanî îmtîhana îkmalê ji wan re bê dayîn ew ê çalakîyên xwe berdewam bikin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir