• DOLAR 32.505
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2434.011
  • ...
Cengiz Kurtaranê Serokê Karwana Hêvîyê: Ji bona mixtacan tiştê ji destê me bê em ê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cengiz Kurtaran Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir di çerçova piroxrama ji bona Efxenîstanê alîkarîya Acîl de zîyaret kir.

Kurtaran destnîşan kir ku ew di sala 2022yan de ji bona alîkarîya mixtac û êtîman piroxram û xebatên gelek zêde û mezin amade kirine.

Kurtaran destnîşan kir ku xebatên wan ên alîkarîyê berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di wergira pirograma ji bona Efxenîstanê alîkarîya Acîl de di Rehber TVyê de banga alîkarîyê kir û digel vê yekê xêrxwaz jî xwe jî di medyaya civakî de bi taga ‘Ji Efxenîstanê re Bibe Hêvî’ dawet kir.”

Kurtaran derheqê piroxrama ku li Rehber TVyê hatibû tertîpkirin de nirxandinan kir û got: “Wê şevê meseleyên ku dilê me zîz kirin çêbû. Me nêzîkê 4-5 seatan piroxramekî kir. Xêrxazên me jî bi banga hedîsa Pêxemberê me yê ku digot ‘Strîyekî ku li pîyê misilmanekî yê Şerqê de here û misilmanê Xerbê jî ku ji wî êşa birayê xwe tesîrdar nebe bi meneyekî rastî ve îman nekirîye’ ew jî ji êşa birayên xwe yên Efxenîstanê tesîrdar bûn, ji wan re alîkarîyên xwe kirin. Me bereketa vî tiştî di piroxrama xwe de dît, telefonên me qet nesekinîn. Xêrxazên me telefonên me kirin û alîkarîyên xwe şîyandin.”

Kurtaran ji ber xebatên wan ji Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir re teşekur kir û got“Bi hatina me yê li vê derê, me Karwana xwe yê Hêvîyê jî zîyaret kir. Karwana Hêvîyê, li Dîyarbekir tevî serok, alîkarîyên serok, rayedar û endamên xwe xizmet û alîkarîyên gelek xweşik bi cîh tînin. Hûn jî dizanin ku di demekî nêz de li herêma Kurdistanê lehî çêbûbû û me jî ji bona alîkarîyê bang kiribû, ji birayên xwe yên li Kurdistanê re destê xwe dirêj kiribû. Serokê Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir  çû Kurdistanê û ji wan mixtacan re bi destê xwe alîkarîyan gihaşt. Me jî di vê zîyareta xwe de teşekura xwe ji wan re da. Xwedê xêra wan zêde bike û bide wan.”

Kurtaran derheqê planên sala 2022yan de jî xeber da û got “Bi tevî nirxandina sala 2021an, têketina sala 2022yan jî bi alîkarîya Efxenîstanê dest pê kir û înşaallah ew ê alîkarîyên me di nav welat de an jî di derveyê welat de berdewam bike. Înşaallah ji bona sala 2022yan piroxremekî me yê mezin heye. Em ê tev bi hevdû re wan piroxramên xwe bi cîh bînin û em ê xwe bighêjînin xelqê xwe û malbatên mixtac.”

Kurtaran bi tevî Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir malbatên mixtac zîyaret kir û di zîyaretê de jî weha axivî, “Me daxwaz kir ku xebatên seheyê jî bi çavê xwe bibînin. Malbatên me yên mixtacê ku bi navê Karwanê Hêvîyê hatine tespîtkirin hebûn. Bi hevalên xwe yên li vê derê em bûn misafirên wan malbatan, me rewşa wan dît û ji wan re alîkarîya xwarinê, goştê sor û nan kir. Me di çavê zarokan de kêfxweşîyekî mezin dît. Xwedê Teala wan mirovan di wê zehmetîyê de derxe înşaallah. Bi rastî jî ew malbat mixtac bûn. Em ê bi navê Karwana Hêvîyê ji bona mixtacan çi bikeve para me em ê bikin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir