• DOLAR 32.568
  • EURO 34.871
  • ALTIN 2431.435
  • ...
Ji Serokwezîrê Haîtîyê re teşebusa suîqestê hat kirin: Mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ariel Henry, li katêdrala bajara Gonaîvesê beşdarê merasîma ku ji bona serxwebûna welatê xwe yê 218emîn bû.

Li gorî agahîyên ji çapemenîya Haîtîyê û medyaya civakî hatin bidestxistin, ji Henryê re dema ku ji bernamê derket êrîşek hat kirin. Di encama êrîşê de parêzkarên serokwezîr, wî ji cîhê êrîşê dûr ve kirin.

Di vê demê de hêzên ewlehîyê jî ji êrîşkaran re bersiv da û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de kesekî canê xwe ji dest da, çend kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di çend rojên dawîn de çeteyekî Serokwezîr Henrtyê ji bona ku dernekeve derva tehdîd kiribû, ji ber vê yekê ewlehîyekî mezin hatibû girtin.

Li gorî agahîyan ji ber êrîşê merasîmên ku dê li welat bên kirin hatin îptalkirin.

Moîsê Serokê Dewletê, ji teref leşkerên peretî hat kuştin.

Haîtî, ji 7ê Tirmehê niha piştî kuştina Jovenel Moiseyê Serokê Dewletê di welatê de qrîzên civakî û sîyasî tê dîtin. Erdheja ku di meha tebaxê de pêk hatibû jî ji 2 hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir