• DOLAR 32.566
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2431.003
  • ...
Serokwezîrê Sûdanê Hamduk îstifa kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hamduk îstifakirina xwe ragihand.

Li gorî nûçeya kanala El Erebiye, Hamduk di daxuyaniyekê de got ku wî biryar daye ku dev ji karê xwe berde û got ku di heyama veguhêz de di navbera partiyan de “pevçûn û nakokiyên” cidî derketine.

 Di 21’ê Cotmeha 2021’an de Serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hamduk jî di nav de bi dehan siyasetmedar hatin binçavkirin û piştre Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Sûdanê Abdulfettah El Burhan di 25’ê Cotmeha 2021’an de desthilatdarî bi dest xistibû.

Ji wê demê heta niha zêdetirî 50 kesan di xwepêşandanên ku ji aliyê xwepêşanderên daxwaza desthilatdariya sivîl li welat hatine organîzekirin de jiyana xwe ji dest dane. Serokwezîr Hamduk piştî ku bi peymaneke nû ya ku di 21ê Mijdara 2021an de hatibû çêkirin, hat berdan vegeriya ser wezîfeya xwe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir