• DOLAR 32.575
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2428.45
  • ...
Xortên Filistînê di êrîşê bi kevir de şîyonîstekî îşxalker birîndar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li herêma Hizmaya Qudsê ji teref xortên misilman ve li dijî otobûsekî rejima îşxalker bi keviran çalakî hat lidarxistin. Hat hînbûn ku di çalakîyê de kesekî yê ji rejima îşxalker ê ku şofortîya otobûsê dikir birîndar bû.

Jê pê ve doh di seatên êvarê de li bajaroka Sîlvana ku li başûra Mescîdî Eqsayê ye di navbera rejima îşxalker û misilmanan de pevçûn çêbû.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin sîyonîstên îşxalker ji misilmanên ku bajaroka Sîlvanê re bi guleyên plastîk û bombeyên xazan êrîş kirin Ji ber vê yekê xortên Filistînê jî li hember êrîşên sîyonîstan bi kevir û agirbazîyan bersiv dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir