• DOLAR 32.523
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2426.641
  • ...
Li Amasyayê mîdîbus qelibî: 27 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li ser rêya Amasya-Çorimê di seat 17.00an de ji ber ku şoforê mîdîbusa gerê ya bi plaqa 52 ABJ 427ê hakimîyeta dîreksîyonê hinda kir qeza kir.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarên ‘ewil 27 kes birîndar bûn. Ji ber xeber dayînê gelek ekîbên îtfaîyê û tenduristîyê hatin cîhê qezayê.

Hat ragihandin ku kesên birîndar ji teref ambûlansan ve hatin rakirin Nexweşxane ya Lêgerîn û Perwerdehîya Amasya Sabuncuoglu Şerafeddînê û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir