• DOLAR 32.388
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2326.494
  • ...
Li Pakîstanê otobûs li mirovan qelibî: 8 mirî 9 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku ji polêsên Pakîstanê hat bidestxistin, otobûsekî ji ber mijê pêşîya xwe nedît û li qelebalixa ku ji bona de’wetê kom bûbû xist.

Hat destnîşankirin ku li gorî destnîşana ‘ewil 8 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar û mirî, ji teref ekîbên xelaskirinê û mirovên herêmê ve hatin rakirin nexweşxanê.

Hat dîyarkirin ku rewşa birîndaran giran e, ji ber vê yekê dibe ku hêjmarên mirîya zêde bibe.

Hat îfadekirin ku şoforê otobûsê di encama qezayê de revîyaye, ji bona ku şoforê otobûsê bê qefaltin xebatên lêgerînê hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir