• DOLAR 32.567
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2427.984
  • ...
Karwanê Hêvîyê ji mixtacên li Malîyê re alîkarîya xwarinê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku xelqê Malîyê ji ber pevçûna li  nav welat koçî Bamakoyê bûbûn û jîyana xwe jî di çadiran da derbas dikin.

Hat îfadekirin ku ji ber vê yekê Karwana Hêvîyê jî li derdorê Bamakoyê ji sedî zêdetir malbatan re alîkarîya xwarinê kir.

Çîtikên ku ji teref pîrekan Tirkîyê ve ji bona pîrekên Malîyî hatibû şîyandin, bi destê Karwana Hêvîyê ji pîrekan re hat dayîn. Karwana  Hêvîyê ji zarokên ku hazirîya sinetbûnê dikirin re jî alîkarîya sinetbûnê kir û wan zarokan jî da sinetkirin û gelekî leyîstok jî da zarokan.

Cengîz Kurataranê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê li cîhê kampê daxuyanîyek da û destnîşan kir ku mirovên kampê, wan gelek bi kêfxweşî pêşwazî kirine. Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Xwişk û birayên me yên ku ev nêzî 2 mehan li vir in, ti alîkarî ji wan re nehatîye kirin. Me ji devê wan mixtacan ev gotin bihîst ku ji me re weha gotin ‘ji Tirkîyê pêşî hûn hatin û ew ê daîma misilmanên Tirkîyê ji me re xwedî derkevin’. Ev gotinên wan me gelek dilxweş kir. Dema ku em hatin, wan însanan me bi coş û kêfxweşî pêşewazî kiribûn. Em ji  vê derê bi dilşikestî cihê dibin.”

Ji teref mirovên kampê ve ji rayedarên Karwana Hêvîyê re sipasî hat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir