• DOLAR 32.33
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2283.071
  • ...
Fransa wê 92 balafirên şer û helîkopteran bifiroşe Îmaratê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îmaratê, WAM, Îmarat ji bo kirîna balafirên şer û helîkopterên leşkerî bi Fransayê re peyman îmze kir.

Peyman doh, dema Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Dubaîyê bi Welîehdê Ebû Dabî Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nahyan re hevdîtin kiribû, hat îmzekirin.

Serokomarê Fransayê Macron di peyama xwe ya li ser Twîtterê de diyar kir ku Îmarat sîparîşa 80 balafirên şer ên Rafale û 12 helîkopterên Caracal daye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir