• DOLAR 32.348
  • EURO 35.162
  • ALTIN 2305.25
  • ...
SON DAKİKA
Barzanî bo Nûnerê Putîn: Ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê em nîgeran in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Barzanî nîgeranî û nerînên xwe li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê gihand şandeya mêvan.

Di civînê de Bogdanov silavên serokê Rûsya Vlademîr Putîn û wezîrê derve yê wî welatî Sergey Lavrov gihand Barzanî û têkestî li girîng û qîmeta pêgeha gelê Kurdistanê û rola Herêma Kurdistanê li Iraq û Rojhilata Navîn kir û ev jî got ku li ba Rûsya, Herêma Kurdistanê xwedan roleka mezin e li Iraq û faktora aramiyê ye.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên giştî yên Iraqê jî hat kirin.

Di beşeka din ya civînê de behsa gefên terorê hat kirin û herdu alî li ser vê yekê hevnerîn bûn ku divê sebebên derketina terorê bên nehiştin.

Rewşa Sûriyê jî di civînê de hat axaftin. Barzanî nîgeranî û nerînên xwe li ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê gihand şanda mêvan.

Di dawiyê de cîgirê wezîrê derve yê Rûsya behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Rûsya kir û rola dîrokî ya malbata Barzanî di pêşxistina wan pêwendiyan de bilind nirxand û daxwaz kir pêwendiyên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re zêdetir pêş bikevin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir