• DOLAR 32.371
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2325.538
  • ...
Barzanî bo Nûnerê Putîn: Girîng e nexşeyeke siyasî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê hebe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxayîl Bogdanov kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhat û guhartinên Iraq û hêrêmê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin guftûgokirin.

Li gorî daxuyanîya ku li ser malpera KDP.info hat belavkirin, Nûnerê Serokê Rûsya û Cîgirê Wezîrê Derve silav û rêzên serkirdatiya Rûsyayê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û amaje bi rola diyar a Serok Mesûd Barzanî kir ku Rûsya wek wî wek pêşewayê neteweyî yê Kurd dibîne. Herwiha behsa rola girîng a Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dostane û dîrokî yên welatê ligel Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê kir ku pêwîst e bîrûboçûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê guhartinên herêmê li ber çavan werin girtin.Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên ligel Rûsyayê di hemû waran de nîşan da, bi taybet firehkirina derfetên hevkarî û hevahengiyên ku ji herdu aliyan re cihê girîngiyê ne.

Di mijareke din a hevdîtinê de, behsa rewşa Sûriyê û pirsa Kurdan li navçeyê hate kirin, Serokwezîr Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya hebûna nexşeyeke siyasî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê kir ku dûrî takrewî û xwesepandinê be û nûneratiya hemû aliyên Kurdên Sûriyê bike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir