• DOLAR 32.662
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2510.825
  • ...
ENKS derheqê bûyerên ku li Efrînê pêk tên de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li bajara Efrînê kesên sîwîl ên bi navê Halil Musrefa Şêxo, Silêman Şêxo û Mustafa Şêxo ji teref koma çekdar a bi navê “Ebû Amş” ve hatine revandin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin, di 12ê Mijdarê de dîsa li Efrînê koma çekdar a bi navê “Muhammed el-Fatin”  û di 24ê Mijdarê de koma çekdar a bi navê “Polêsê Eskerî” du welatîyên bi navê Azad Cemal Nebo û Şerzan Endo Xilosi revandine.

ENKS banga serbestberdana kesên sîwîl kir û bang li rêxistinên mafên însanan, civaka navneteweyî û Tirkîyeyê kir da ku di vî warî de gavinan bavêjin da ku Kurd ji cihên xwe neyên kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir