Hêzên dagirker ên DYA’yê 100 wesayît tir amrûên leşkerî sewqî Hesekê kirin
Hêzên dagirker ên Amerîkayê 100 kamyon û tankerên ku malzemeyên lojîstîk hilgirtibûn, ji bo piştgiriya baregehên xwe yên leşkerî sewqî li gundewarê Hesekê kirin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê, yekem karwanê ku 60 wesayîtan pêk dihat ji sînorê Iraqê derbas kir ji ser rêya El-Welîd derbasî Sûriyê bûn.
Piştî nêzî 2 saetan vêcar jî karwana ku tê de 40 kamyon û tankerên ku malzemeyên lojîstîk hilgirtibûn ber bi bajaroka Rimêlanê ve çûn.
Heseke di bin dagirkeriya YPG/PKKye da ye. Hêzên koalîsyonê yên di bin serokatiya DYA’yê de gelek caran sewqiyatên leşkerî bo herêmê dikin, hem piştgiriya lojîstîk hem jî perwerdeya çekdarî didin rêxistinê. (ÎLKHA)