• DOLAR 32.522
  • EURO 34.799
  • ALTIN 2420.271
  • ...
SON DAKİKA
WHO: Ti delîlên ku Omicron zûtir belav dibe li ber destan tune ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya nivîskî ya WHO de hat destnîşankirin ku daneyên teqez tune ne ku Omicron li gorî varyantên din a Delta jî di nav de , zûtir belav dibe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li welatên başûrê Afrîkayê hejmara kesên ku testa wan a Covid-19ê pozîtîf derketine  zêde bû û lêkolîn berdewam dikin da ku fêm bikin ka ev ji ber Omicron an faktorên din e.

WHO ji ber sepandina qedexeya rêwîtiyê li ser welatên başûrê parzemîna Afrîkayê rexne li wan welatên ku qedexe anîne kir.

Di 25ê Mijdarê de bi tesbîtkirina varyanta Omicronê,  Tirkîye jî di nav de gelek welatan, qedexeyên rêwîtiyê anîn hin welatên Afrîkayê, nexasim jî li  Komara Afrîkaya Başûr. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir