• DOLAR 32.435
  • EURO 34.449
  • ALTIN 2489.732
  • ...
Şehîd Muhammed Alî Taşçiyê ku di rêya mizgeftê de şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Alî Taşçiyê ku xwendekarê pola duyemîn ê Lîseya Namîk Kemal a navçeya Baxlarê ya navendê ye, di sala 1994an de li Taxa Şeyh Şamila ku Yasîn Börü û hevalên wî lê hatibûn qetilkirin, piştî dersa Qur'anê girt re ji teref  heman zîhniyetê bi xayintî hat şehîdkirin.

Şehîd Muhammed Alî Taşçiyê ku bi eslê xwe li gundê Ahmetlîya navçeya Erganiyê hat dinbyayê, li Lîseya Namîk Kemal dixwend, ji alîyekî ve li Sîteya Kerestecîlerê ya bi navê Dîrekxaneya navçeya Baglarê dixebitî, ji aliyekî ve jî dersa Elîfbayê digirt.

Di salên 1990î de PKKyê ku li herêmê xebatên Îslamê qebûl nedikir û ji xeynî xwe ti hêzeke din qebûl nedikir, ji ber dersên Qur'anê yên zarokan li mizgeftan bêzar bû, piştî buhtan û propagandaya reş gef li malbatan xwar û piştr e dest bi qetilkirina Mislimanên ciwan kir.

Şehîd Muhammed Alî Taşçiyê 17 salî ku şahidê van pêvajoyan bû, di 4'ê Mijdara 1994'an de dema ji Mizgefta Muhammediyeya li Taxa Şeyh Şamil a Baxlarê derdiket, bi guleya ku li pişt stûyê wî ket birîndar bû û  13 rojan li Zanîngeha Dîcleyê hat tedawîkirin; lê belê digel temamê midaxeleyan şehîd ket.

“PKK’ê ji zarokên ku diçûn mizgeftan û dersên Qur’anê digirtin pir aciz dibû”

Veysî Barçeyê hevaldozê Şehîd Muhammed Elî bû  qala  şehîd û exlaq û hezkirina wî ya camîyê kir.

Barçe di berdewama axavtina xwe de wisa axivî: “PKK’ê ji zarokên ku diçûn mizgeftan û dersên Qur’anê digirtin pir aciz dibû. Şehîdê me Muhammed Alî Taşçi di sala 1977’an de li Amedê hat dinê. Em bi wî re cîranên hev bûn.. Ew li taxa li hemberî Girtîgeha Tîpê bû dijiya. Di heman demê de em bi hev re li Lîseya Namık Kemal xwendekar bûn. Di wê demê de ew xwendekarê lîseyê bû. Ew xwedîyê exlaqekî xweş û selîm bû. Bingeheke wî ya exlaqî hebû ku tu kesî aciz nedikir û ti kesî nediêşand. Dema me ew nas kir sala 1991ê bû. Me li mizgeftê bi hev re dersên Quranê digirt."

Barçe di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir: "Mihemed Elî dema şehîd ket 18 salî bû. Bavê wî hosteyê înşaetê bû. Ez dikarim bibêjim ku zarokê malbateke feqîr bû. Wê demê PKK’ê ji çûna camiyan û dersên Qur’anê yên zarokan pir aciz  dibû. PKKyî ji bo ku zarok neçin mizgeftê, serî li her cure propagandaya reş, êrîş û gefan didan. PKKê vê yekê carinan jî bi rêya xizmên nas yên nêzîk dikin wan bi hev re rû bi rû dikir. PKKyî carinan bi wasitaya nasan kaxizan ji malbata zarokên ku diçûn camîyê re dişandin û ji wan re digotin ‘Gger hûn li zarokê xwe xwedî dernekevin hûn ê bedêla wê bidin.’ Di wê demê de gef ji malbata şehîd Muhammed Elî re jî şandibûn û jê re gotibûn, bila zarokê we neçe mizgeftê, heka ne dê ji bo we dê  nebaş be.”

“Muhammed Elî wê demê li ber xwe da, têkoşîya û şehîd bû”

Barçe  di berdewama axavtina xwe de derheqê wê demê wisa domand: “Weke ku tê zanîn wê demê ne tenê birayê me Mihemed Elî gelek şehîdên me jî di heman rewşê de bûn. PKK û zîhniyeta wê ya ku tehamula wê  li mizgeftan  û fealiyetên îslamî tunebû, ji bo pêşîgirtina li van çalakiyan  Mislimanan tehdîd dikir. Di wateya van gefan de tu encam derneket, lewma biryara şehîdkirina birayê me dan.Şehîd dersa Qur'anê terk nekir û tevî hemû gefan her êvar dihat mizgeftê. Ew bêtirs bû, wêrek bû, serî li ber neheqî û tehdîdan neditewand.. Tam 27 sal berê kesekî  êrîşî  birayê me Muhammed Alî kir ku Muhammed Elî wê kêlîyê ji mizgeftê derketibû. Di wê êrîşê de gule îsabetî stûyê wî kir û ew birîndar bû. Paşê ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Tedawiya wî li wir dewam kir. Ji ber êrîşê ew ji stûyê xwe felc bû. Em her tim dihatin serdana wî."

Barçe, anî ziman ku ji ber ku ku rewşa şehîd ber başîyê ve diçû, ew li hêviya xebera şehadetê nebûn û wiha got: "Min carekê ji wî re got 'te ji şehadetê mayî' û min pê re henek kir. Dibe ku kêfa wî jê hatibe ku pê keniya. Dermankirina wî 10-15 rojan dom kir û li gorî gotinên bijîşkan ’Metirsiya jiyana wî tunebû. ‘ Ji ber rewşa wî me texmîn nedikirin ku ew  şehîd bibe. Heta em xemgîn bûn ku dê felc bibe. Dema ku xebera şehadetê ji nişka ve hat, em kêfxweş bûn ku Mihemed Elî ji felcbûnê zêdetir gihişt asta şehadetê. Muhammed Elî wê demê li ber xwe da, têkoşîya û şehîd bû."

"Cihê ku lê şehîd bûye taxa ku şehîd Yasîn Börü lê hatiye qetilkirin e"

Barçe bal kişand ser wê yekê ku piştî şehadeta şehîd, malbata wî zêdetir li doza Îslamê derketiye û ew hembêz kiriye. Barçe dû re wiha got, "Dikarim bêjim ku dê û bavê wî yên wefatkirî bi temamê hemû derfetên xwe doza Îslamê hembêz kirin, kîna wan a li hember rêxistinê zêde bû. Şehadeta wî li taxa ku lê dijiya bi xemgîniyek mezin hat pêşwazîkirin. Tevî ku ciwan bû xwedî exlaqekî baş û xweş bû ku ji ber vê yekê ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û teqdîrkirin."

Barçe bal kişand li ser zehmetiyên ku Mislimanan di wê demê de dîtine û wiha got: "27 sal berê piştî nimêja êvarê dema ku şehîd diçû malê ji pişta xwe ve ew hat gulebarankirin. Cihê ku lê şehîd ket 400 metre li pêşiyê cihê ku şehîd Yasîn Börü lê hat qetilkirin e. Em bi navê şehîd Mihemed Elî û gelek kesên wekî wî nizanin, ji ber ku medyaya ku bikaribe misilmanan biparêze û dengê wan bide hesandin tune bû. Xweda şehadeta wan hemûyan mibarek bike û me ji şefaetê wan mehrûm neke.". (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir