• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
“Kîloya ka 2 milyon û nîv a ceh 3 milyon û nîv e; em nikarin heywanan xwedî bikin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên ku derd û kulên xwe anîn zimên destnîşan kirin, ji ber ku mesrefên wan zêde dibin û ew nikarin ji heqê mesrefan derkevin ew ji neçarî heywanên xwe difiroşin.

“Em kar dikin, lê xwedîyê pez zehmetîyê dikşîne”

Qesabê bi navê Xeyreddîn Can derbarê erzanbûna heqê goşt de destnîşan kir, ew 40 sal e ku qesabîyê dike û dû re wiha got: “Elhemdulîllah goşt erzan bûye û erzanbûna goşt ji me re baş e, lê xwedîyê pez pê qir bûne. Kîloya ceh bûye 3 milyon û nîv, xwedîyê pez qir bûye. Yanî xwedîyê pez zirarê dike. Ka bûye 2 milyon û nîv, guneh e bila walî dest bavêje van cehfiroşan. Walî, ew kesên ku ceh û kayê nafiroşin bila ciza bide wan. Ew bi serê xwe zêde dikin. Ceh ew qas baha ye, xwedîyê heywanan nikarin lê xweyîtîyê bikin. Em qesab keyf keyfa me ye em kar dikin, lê xwedîyê pez zehmetîyê dikşîne. Lê hemd ji Xwedê re be em rojê 20 heb heywanan ser jê dikin. Aha li jor Dîyadin heye rojê 50 heb heywan ser jê dike, ew jî diçe ji 47an distîne bi 43yan difiroşe, pere pir e. Wexta ku ceh erzan bibe û dev ji pez berdin heba bizinê ewê bê 350 milyonî. Em li ber xwedîyê heywanan dikevin. Ma qey mirov li ber nakeve, ne guneh ?. Ti li vî însanî binhêre por li serê wî ve nemaye, hemû ji sixintîyê ye. Ceh bûye 2 milyon û nîv ka bûye 3 milyon û nîv ma qey ne guneh e.”

“Kîloya ka 2 milyon û nîv a ceh 3 milyon û nîv e; em nikarin heywanan xwedî bikin”

Welatîyê bi navê Muhsîn Yaral jî derbarê zehmetîyên ku li herêmê tên kişandin de wisa got: “Kesê ku heywanên wî bi hezar heban bû, îsal heywan di destê wî de nema. Mirov heye bi milyaran ka û ceh distîne. Kes nikara pez xwedî bike me tev îflas kirîye. Dewlet salê 15 hezar TL alîkarîyê dide me, kîloya ka 2 milyon û nîv e, ceh 3 milyon û nîv e, em nikarin heywanan xwedî bikin emê dev ji pez berdin. Ew kesê ku perê wî tineye kîloya wî bi 6 milyonî, 5 milyonî deyn dike em hemu dev ji pez berdin. Qesap ji me heywanan belaş dikirin. Evdilayê qesab kîloya goşt ji me dikire bi 20an û ew difiroşe bi 55an. Em ê çawa xelas bibin ji vê halê. Ev bû 55 sal ku ez heywanan xwedî dikim, min heywanan tev firot dev jê berda, nikarim xwedî bikim. Çi pezê me heye emê bifiroşin nikarin pûta wî deynin ka ya wî ceh a wî. Dewlet nahile em di rê da herin, em heywanan bi erebê bar dikin, heba erebê ji Tatwanê heta li vir 3 hezar TLye. Dewlet zozanan ji me re qedexe dike, nahêle em di rê de werin û dibêje heywanan xwedîkin. Bila alîkarîyê bide me, bila astengîyên pêşîya me rake. Min îro 25 ton ceh standîye, perê min tinebû min heta meha 6an kîloya wî li ser 6 milyonî standîye. Ez çûm malê min li nihêrt ezê çi pez bifiroşim hevdu dernaxe. Gelo hesap bike min kîloya ceh bi 6 milyonî standîye 25 ton tê çi qasayî? Yanê qet tiştek namîne. 500 heb pezê min heye min hesab kir 100 heb pez ji min re namîne, hemû çu. Ezê wî 100 heb pezî jî bifiroşim û dev ji xwedî karê heywanan berdim.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir