Tedros: Her çend em dawî li vê şobê bînin jî, divê em ji şoba muhtemel a pêşerojê re amade bin
Tedros Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku ji hêla biyolojîkî ve îhtîmala belavbûna vîruseke din heye ku mirovahî di demekê de bihêsanî nikare kontrol bike.
Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adamom Ghebreyesus di Civîna Wezîrên Maliye û Tenduristiyê ya G20ê ya li Romayê de axivî. Ghebreyesus bal kişand li ser serpêhatiyeke nû ya muhtemel a şobê û got "Her çend em dawî li vê pandemiyê bînin jî, divê em dersên ku wê ji me re hîn kirine hîn bibin û ji bo ya din amade bin. Ji hêla biyolojîkî ve, dibe ku di demekê de vîrusek din derkeve holê ku em nikarin bi hêsanî wê kontrol bikin." (ÎLKHA)