• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Fransayê 7 mizgeftên din jî dê bên girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fransaya bi êrîşên xwe yên ku li  misilmanan ve û mizgeftan dike tê bîran, bi beheneya  “parastina radîqaltîyê” mizgeftan digire.

Wezîrê Hindir ê Fransayê Gerald Darmaîn di axavtina xwe da derheqê mizgefteke ku duh li bajara Allonsê yê bi qerara “radîqaltîyê” hatibû girtin de dilxweşîya xwe anî ziman û  di axavtina xwe da destnîşankir ku heta dawîya salê ewê 7 mizgeftêndin  jî bên girtin.

Darmaîn îfade kir ku 21 heb mizgeft bi sebeba parastina “Îslama radîqal” hatin girtin û hesabên banqayê yên rêveberên mizgeftan jî hat desteserkirin.

Li Fransayê bi destê dewletê êrîş li misilmanan tên kirin û ev êrîş jî roj bi roj zêdetir dibin, ji teref dewleta Fransayê ve cîhê îbadeta misilmanan û nîşaneyên Îslamê jî tên qedexekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir