• DOLAR 32.377
  • EURO 35.09
  • ALTIN 2326.339
  • ...
Dr. Siraç Cewî: Divê mafê gelê Kurd bi dadmendî bê dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Kurdistana Sûriyê, Dr. Muhammed Sîraç Cewî di "Civîna Alimên 6emîn" a ku ji teref Yekîtiya Alim û Medreseyan (İTTİHADUL ULEMA) ve hat lidarxistin de axivî. Cewî di axaftina xwe ya bi sernavê "Ji bo gelê Kurd a ku parçeyeke muhîm a ummetê ye bibe xwedîyê mafên xwe tiştên ku divê bên kirin” pêşkêşîyek kir.

Cewî di destpêka axaftina xwe de spasiya rêveberiya Yekîtiya Alim û Medreseyan a ku ev bername organîze kir û dû re wiha got: “ Wan derfet da me ku em perspektîfa xwe ya li ser pirsgirêkên wan ên cihêreng û awayên rast ên ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bi dadmendî vebêjin. "

Cewî di berdewama axavtian xwe de destnîşan kir,"Em misilman bawer dikin ku tetbîqkirina hukmên Qurana Pîroz ji wan zagon û zagonên ku bi destê însanan hatine çêkirin, çêtirîn e." Cewî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:"Xweda di Quranê de dibêje, ‘Gelî mirovan! Me hûn ji nêr û mê afirandine, me we dabeşî qebîle û eşîran kiriye da ku hûn hev nas bikin. Li ba Xwedê bi qedr û qiymettirînê we ew kes in ku herî zêde haya xwe ji bêîtaatîya li hember Xwedê dikin û xwe jê mihafeze dikin." (Hucurat 13) Dema ku em ayetên din ên Quranê dixwînin û difikirin, em dibînin ku pêxember û qasid li vê dinê û axretê bi kêrî gelê xwe hatine. Mînak, navê Hz Mûsa (silava Xwedê lê be) 136 carî di Quranê de derbas dibe. Di van ayetan de, ne qala dua û rojiya ku wî kiriye, lê qala têkoşîna wî ya ji bo mafên gelê xwe tê kirin. Hemî pêxemberên din dibêjin, 'Ya gelê min ...'. Dema ku serdema pêxemberan piştî Pêxemberê paşîn (Sallallahu Alaihi Wasellam) xilas bû, serdema aliman, warisên wan, dest pê kir. Peywira wan a ewil ew e ku mirovên xwe bibin ser rêya rast; ya duyem parastina gelê xwe ye dema ku rastî neheqî û destdirêjiyê were. ”

"Misilmanên ku li Tirkiyê dijîn nasnameya xwe ya kurdî wenda kirin"

Cewî dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, di destpêka salên nodî de, gava ku hat hîskirin ku misilmanên ku li Tirkiyê dijîn nasnameya xwe ya kurdî wenda kirine, ew di navbera pêlên marksîzmê û neteweperestîya tirkî de man û dû re wiha got: "Piştre derîyeke hêviyê vebû. Partiya Refahê bi serokatiya Necmeddîn Erbakan derket holê. Wan bi dengên xwe partiyên din ji holê rakirin. Piştî ku Partiya Refahê hat girtin û bi biryara dadgehê xebatên wê hatin asteng kirin, wê carê AK Partîya di bin serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dest bi siyasetê kir. Bi vî awayî, wan dest danî ser piraniya şaredariyên parêzgehan. Paşê bi dengên xwe ketin meclîsê û bi girtina wezaretan bûn desthilatdar. Niha ji ber lewaziya hikûmeta Beşar Esed ya  li Sûrîyê, mafen Kurdan Sûrîyê bi mafen Kurdên yên Tirkiyeyê ve giredayî maye. Kurd ji aliye hebûnê ve di nav Tirkîyê de xwedîyê erkeke muhîm in. Naskirina mafên rewa yên Kurdan, dê bibe wesîle ku  gelên Kurd û Tirk  bi biratîya Îslamê li hev bigirin ku ev yek jî dê ji bo dijmin bibe astengek bêserûber.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir