• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dr. Beşîr: Divê em alim hêviyê bidin ciwanên ummetê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve li ser zoomê Hevdîtina Aliman a 6emîn tê tertîpkirin. Wekîlê Serokê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê Dr.Îsam Beşîr jî beşdarî vê hevdîtinê bû derheqê erk û wezîfeya alimên Îslamê de nirxandinan  kir.

Beşîr di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir: "Yek ji wezîfeyên me yên aliman ew e ku em hêviyê bidin ciwanên xwe ku em careke din medenîyeta Îslamî ava bikin. Di nav me de zanyarên hêja yên wekî Dr. Eli Qeredaxî hene. Ez wî ji ber keda wî ya ji bo Îslamê pîroz dikim. Hevalno, birano, ummet îro di qonaxeke veguherînê ya mezin de ye. Niha, îslam di gelek mijaran de bi dijwariyan re rû bi rû ye. Çi nebûna dadmendiyê di qada civakî de, çi ketina misilmanan ji serokatiya cîhanê, dubendî di navbera xwe de, jihevketin û hîna jî li paş neteweyan mane ku ji ber van tişran Îslam bi dijwariyan re rû bi rû ye.

“Yek ji wezîfeyên zanyaran têkoşîna li dijî yeîs û bêhêvîtîyê  ye.

Beşîr di berdewama axavtina xwe de got, "Divê alim van pirsgirêkan bi sazî û medreseyên xwe di zûtirîn dem de çareser bikin. Ez bi taybetî ji bo xebatên we spas dikim. Ez spasiya we dikim ku we mijarên weha anî rojevê. We pirsgirêkên ku hem ummetê eleqedar dike hem jî taybet vekir. Yek ji dijwariyên ku em niha pê re rû bi rû mane meseleya yeîs û bêhêvîbûnê ya xortên Îslamê ne. Yek ji wezîfeyên zanyaran ew e ku li dijî vê şikestinê têbikoşe. Divê alim hêviyê bidin ciwaniya ummetê. Ummeta Îslamê 6 caran xaçperestan têk birine.  Digerl gotina mirovan ‘Ev şer nayên têkbirin’  Selahedîn û Nûrettîn Zengî ji vê ummetê derketin. Pêxember ji me re got ku dê di destpêka her sedsalê de muceddîdek were. Pêxember got, ‘Xwedê dinya yek perçe nîşanî min da. Min dît ku li temamê erda ku roj lê derdikeve û lê diçe ava ala Îslamê li ber ba dibe.’

“Divê alim bibin mînak û nimûne"

Beşîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kirî divê ummeta Îslamê, bi alim û vexwendiyên xwe, sunneta Xweda li ber çavan bigirin û li gorî halê hazir ê ummeta Îslamê bimeşin."dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:"Em tenê dikarin bi vî awayî edaletê di nav mirovan de pêk bînin. Erkên alimên ummeta Îslamê du tişt in. Yek jê hişyarkirin e. Ev hişmendî di çalakiyên belavkirina baweriya dînî ya rastîn, alîkariya ummetê de ye. “(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir