• DOLAR 32.594
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2509.775
  • ...
Nêçîrvan Barzanî:"Ev serkeftina PDK erk û berpirsyartiya me zêdetir û mezintir dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi boneya serkeftina PDK pîrozbahiyeke germ li malbatên şehîdan ên serbilind û birêz Serok Mesûd Barzanî û PDK dikim.Pîrozbahiyê li berbijêrên PDKê yên ku biser ketin, dikim. Hêvî dikim ku bi baştirîn şêwe bi erkê xwe rabin û xizmetkarên xelkê bikin û ligel endam û alîgir û xelkê PDKê bim. Hêvî dikim ku kar bikin ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî û bi dijwarî bergîriyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.Serkeftina PDK di vê hilbijartinê de, nîşana baweriya gelê Kurdistanê ye bi PDK û nîşana pêgeha sengîn a PDK ye li ser asta Kurdistan û Iraqê. Ev serkeftina han erk û berpirsyartiya PDK zêdetir û mezintir dike. Divê em asta wê bawerî û dilsoziya endam û alîgir û xelkê Kurdistanê de bin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir