• DOLAR 32.367
  • EURO 35.048
  • ALTIN 2326.05
  • ...
Zêrfiroşan derheqê zêran de destnîşan kirin: Em texmîn dikin ku fîyetê zêran dê zêdetir bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûhaya zêran a ku zûde nedihat guhartin dîsa zêde bû. Zêrfiroşên Batmanê meseleyê ji ÎLKHAyê re nirxandin û di nirxandinê de wisa gotin, “Heqê zêr dibe ku hê jî zêdetir bibe.”

Zêrfiroşan îfade kir ku çend meh paşê fîyetên zêran dîsa zêde bû û ev rewşa zêdebûnîya zêran him li zirara me him jî li zirarê xelqê ye.

Zêrfiroşan destnîîşan kirin, dema ku fîyetên zêran zêd nebe, feyda wî ji pîyasê re gelek heye û xelq jî dikarê ji xwe ra zêran bistîne, sebeba ku heqê zêr zêde bûye xelk nikare zêran bistîne û ji ber wê sebebê em dikarin bêjin ku firotina zêran sekinîye.

“Ji xwe zûda ye dawet çênedibûn”

Zêrfiroş Şexmus Taşan destnîşan kir ku, “Ji xwe fîyetên zêran ji ber pandemîyê zêde bûbû. Ji ber pandemîyê zûda ye dawet çênedibûn. Demekî fîyetên zêran ketibû xwarê. Paşê fîyet geh diketin geh jî radibûn. Fîyetê zêrên niha li gorî fîyetên par hê jî zêde nebûye. Par fîyeta zêr a xas grama wî derketibû 540 TL , paşê fîyeta wî ket heta 450 TL yê. 

“Firotina me yê zêran sekinîye”

Taşan nirxandina xwe ya ku derheqê zêdebûna zêran de weha dewam kir, “ Wexta ku fîyetên zêran daketî bû me pir feydeya wî dîtibû. Ji bona kesên ku daweta xwe bikin îxtîyacên xwe yên zêran ku çi hebûne tev distandin. Niha ji bona ku fîyet zêde bûye firotinên me sekînîye. Em texmîn dikin ku zêdebûna zêr ji ber pîyasa cîhanê û ji ber dolarê ye. Xelk ji ber zêdebûna zêran re pir gilîdarin, lê em texmîn dikin ku ew ê hê jî fîyet zêde bibe.”

“Derheqê zêdebûna zêran de em nikarin tiştekî bikin”

Zêrfroşekî din Qutbettîn Turan jî derheqê zêdebûna zêran de destnîşan kir, zêdebûna fîyetên zêran dê li hemû kesan tesîr bike. Turan dûre wisa li axavtina xwe zêde kir:“ Fîyetên zêran niha dîsa jî zêde bû. Bi tevî zêrfiroşan re dikandarên dinê jî pê tesîr dibin. Niha fîyeta zêra çaryek ji 850 TLyê zêdetir bûye û muşterîyên me nikarin bistînin.3 meh e fîyetên zêran di fîyetekî da sekinandî bûn û fîyet dîsa zêde bû. Berya pandemîyê ji bona zêran sewîyeyek hebû. Carna erzan û carna jî zêde dibû, bi normalî dewam dikir. Lê niha fîyet pir zêde bûye û roj bi roj jî  diguhere, ji bona wê em baş nikarin tiştekî bibêjin.”

“ Weke berê kesên ku zêran bistînin êdî tune ye”

Turan derheqê zêdebûna zêran de texmîna xwe wisa got, “Weke berê ji bona veberhênanê kes zêran nastîne û fîyet wiha dewam bike tu kes zêran nestîne.”

Serokê Komela Zêrfroşên Batmanê Şexmus Kaplan di daxuyanîya xwe ya nivisankî de îfade kir ku sebeba zêdebûna zêr  ji ber dolarê ye û xelk jî ji bona standin û firotina zêran re endîşedar in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir