• DOLAR 32.548
  • EURO 34.925
  • ALTIN 2425.489
  • ...
Dijmintiya hikûmeta Fransayê ya li hemberî mizgeftan dewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Fransayê, ku bi êrîşên li dijî Misilman û mizgeftan ket rojevê, mizgeft bi hinceta "radîkal dibin" tên girtin. Li welatê ku êrîşên li dijî Misilmanan zêde dibin, dijminatiya li Îslamê ji aliyê dewletê ve tê kirin, cihên îbadetê yên Misilmanan tên girtin û sembolên Îslamî tên qedexekirin.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin ragihand ku di encama venêrînên ku li 89 mizgeftan hatine kirin de ji 3 parên wan parekî wan hatine girtin.

Niha jî  mizgeftek li bajarê Allonnes bi îdîaya ku di xutban de damezrandina "şerîetê" pêşve xistiye dê bê girtin. Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Sartheyê de, hat îdîakirin ku li mizgefta ku cemaeta wê ji 300 kesî pêk tê, mirovên ku bi "tevgera Îslama radîkal" in an jî nêzî wan in  di xutbeyan de teşwîqa avakirina "şerîatê" tê kirin.

Fransaya ku di van salên dawîn de gelek caran êrîş bir ser misilman û mizgeftan, ji bo ku misilman li dora mizgeftan kom nebin û Îslamê belav nekin, biryara girtina mizgeftan da. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir