• DOLAR 32.601
  • EURO 34.741
  • ALTIN 2496.648
  • ...
Barzanî:Serkeftina PDK li Kerkûkê nîşana dilsoziya xelkê Kerkûkê ye bo rêbaza Barzanî û kurdbûnê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Serkeftina kandîdên PDKê li Kerkûkê bi vê rêjeya bilind, nîşana dilsoziya xelkê Kerkûkê ji rêbaza pîroz a Barzanî û berxwedana Kurdatiyê re ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewama peyama xwe de ragihand:“Bi boneya serkeftina berçav a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, germtirîn pîrozbahî li Cenabê Serok Barzanî, serkirdatî, endam, alîgirên PDKê û xelkê Kurdistanê dikim, bi taybetî pîrozbahiyê li serkeftina nûnerên Kurd li Kerkûkê Dilê Kurdistanê dikim ku careke din çespandin ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye. Serkeftina kandîdên PDKê li Kerkûlê bi vê rêjeya bilind, nîşana dilsoziya xelkê Kerkûkê ji rêbaza pîroz a Barzanî û berxwedana Kurdatiyê re ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir