• DOLAR 32.365
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.103
  • ...
Hejmara kesên ku di şerê çeteyên li girtîgehê de mirin derket 116 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber şerê ku di navbera çeteyan de rû da de heta niha 116 kes mirin û 80 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Guillermo Lassoyê Serokê Dewleta Ekvadorê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Guillermo Lasso di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji ber meseleya ku rû daye li temamê girtîgehan heta 60 rojan rewşa awarte hatiye îlankirin.

Dîrektorê Giştî yê Pergela Girtîgehê Bolivar Garzon jî destnîşan kir, şer û pevçûn ji ber berberî û lîdertîyê hatiye kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir