• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Xalid Meşal banga bihêzkirina berxwedana gel a li Şerîaya Rojava kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meşal, telefonî malbatê 5 xortên ku li Quds û Cenînê di êrîşa siyonistan de şehîd ketibûn kir.

Meşal li ser telefonê bi malbatê Ahmed Zehran, Zekerîyya Bedvan û Mahmud Humeydanê ku malbatên wan li Qudsê dimînin û bi malbatên Ûsame û Yusuf Subhîyê ku li Cenînê dimînin, peyivî û weha got: HAMAS, bi şehîdan û bi berxwedana ku li dijî rejîma îşxalê tê nîşandan şanaz û serbilind e.

Meşal di berdewama hevdîtina ku bi malbatan re kir de  diyar kir: “Ji bo dawî li îşxalê bê anîn û ji bo îşxalker ji Filistînê bên derxistin bes rêyeke tenê heye ku ew jî berxwedan e. Em dixwazin ku xelkên me li her cîhê Filîstînê beşdarî berxwedanê bibin û lê xwedî derkevin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir