• DOLAR 32.342
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2311.305
  • ...
SON DAKİKA
Encamnameya Komxebata Nimêjê hat daxuyandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encamnameya ku hat belavkirin de tewsîye li dê û bavan hat kirin da ku xwedî li zarokên xwe derkevin û nimêjê hînî zarokên xwe bikin.

Encamnameya ku bi Tirkî, Kurdî(Kurmancî, Soranî, Zazakî), Erebî, Îngîlîzî û Farisî hat weşandin wisa ye:

Ev daxuyandina encama komxebata ya bi navê “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” îsal jî ji ber şewbê li ser medyayên civakî hat tertîbkirin û ev sêyemîn car e ku tê lidarxistin.  

1- Nimêj di nav demên diyarkirî yê rojê de li ser misilmanan hatiye ferzkirin; ew nîşaneya herî kifş ya evdîtiya Xweda ye, mezintirîn îbadet, sitûna dîn, nîşaneya îman û îslamê ye. Naxwe erk û wezîfeya herî girîng ya misilmanan nimêj e û bi ti awayî nayê terikandin.

Pêxemberê me (Salat û Selamên Xweda li ser bin) wisa kerem kiriye: “Bizanin ku bixêrtirîn kiryara we nimêj e.” (İbn’î Mace, Beşa Teharetê 277)

Di hedîsek din de jî wisa kerem kiriye: “Serikê dîn îslam e, sitûna dîn nimêj e û bandevê dîn cîhad e.” (Tirmizî, Beşa Îmanê 8)

2- Nimêj mî’raca ‘evdane. Mezintirîn dîdariya evdan û Rebbê Alemê ye. Kesê nimêjker ji xwestekên qirêj yê nefsê û xapînokên dinyayê xwe xelas dike û derdikeve meqamên berz û bilind. Ji ber vê nimêj mirovan dikemilîne, şexsiyetek îslamî û îstîqametek rasteqînî dibexşîne.

Xwedê Te’ala (Celle Celaluhû) wisa kerem kiriye: “Bibêje: Bêgoman nimêja min, îbadetên min, jiyan û mirina min tev ji bo Xwedayê perwerdekarê aleman e.” (Sûretê En’am Ayeta 162an)

3- Nimêj, qaîmkerê xwe ji her cûr’e xerabiyan dûr dixe. Nimêj, hiş û qelbê mirovan şiyar dihêle û li hember gunehên ku mirov ji Xweda dûr dixin însan hişyar dike. Ji ber vê nimêj li hember hemû xerabiyan wek mertalekî parêzker e.

Bi rastî jî di ayetekê de Rebbê me (Celle Celaluhû) wisa kerem kiriye: “Muheqeq nimêj mirov ji fehşîtiyan û nepakiyan dûr dixe. Zikrê Allah helbet mezintir e. Allah bi tiştên ku hûn dikin baş dizane.” (Suretê ‘Enkebût, Ayeta 45an)

Di hedîsekê de jî Pêxemberê me (Salat û Silavên Xwedê li ser bin) wisa kerem kiriye: “Mîsala pênc wextê nimêjê, mîsala wî kesê ku di devê deriyê wî de çemekî ava wê pir derbas dibe û her roj pênc cara xwe dişo wek hev e.” (Muslîm, Beşa Mesacid 668)

4- Nimêj, ji bo qaîmkerê xwe xweşexlaqî dibexşîne. Lewra nimêj hem paqijiya qelbî û hem paqijiya bedenî pêk tîne. Li hember xisletên xerab wek quretî, dubendî, seb, çavnebarî, virr û kînê qelban diparêze; xisletên baş ku însan pê xwedan exlaqê xweş dibe; wek rastî, durustî, îxlas, merhemet, hezkirin û teqwa yê dide qezenckirin. 

Pêxemberê me (Salat û Selamên Xweda li ser bin) wisa kerem kiriye: “Di nav bawermendan de ji hêla îmanê kesê herî kamil ew kes e ku xwedan exlaqê herî xweşik e.” (Ebu Dawid, Beşa Sinnetê 4682)

5- Nimêja bi cema’et were edakirin ji bo di navbera misilmanan de li ser biratiyê yekîtî û beraberî çê bike, wasite ya herî baş e. Nimêja bi cema’et bi tenê misilmanan naêna cem hev; di heman demê de zemînê jiyîna hevnasîn, pevgerîn, piştevanî û biratiyê jî amade dike. Naxwe nimêja bi cema’et; giyanê yekîtî û beraberiyê, û hestên birayetiyê zindî dike. Ji ber vê yekê ye ku nimêja bi cema’et ji nimêja ku bi tenê tê edakirin efdeltir hatiye hesibandin.

Pêxemberê me (Salat û Selamê Xweda li ser bin) di hedîsek şerefyar de wisa kerem kiriye: “Nimêja bi cema’et ji nimêja bi tenê tê edakirin bist û heft derenceyan efdeltir e.” (Buxarî, Beşa Bangê 30)

6- Nimêja şevê; mirov dikemilîne, îxlasê bilind dike, hesta berpirsiyariyê pêşve dibe û li hember her cur’e dijwariyê sebrê fêr dike. Nimêja şevê, di rêya kamilbûna mirovan de perwerdehiyek rûhî ye. Ji ber vê yekê ye ku Xwedê Te’ala (Celle Celaluhû) emrê nimêja şevê li Pêxemberê me(Salat û Selamên Xweda li ser bin) kiriye û xwestiye kû berdewam bike. Xweda (C.C) xîtab li Pêxemberê me(S.X.L) wisa kerem kiriye: “Hindikekî wê ne tê de, bi şevê rabe nimêj bike. Nîvê wê, yan jî hindikekî jê kêm bike. Yan jî jê zêde bike û Qur’anê jî hêdî hêdî bi tertîl bixwîne. Bi rastî em ê wehyeke giran wehyî te bikin.” (Suretê Muzzemmil Ayetên 2 heta 5an)

7- Malbat tovikê civatê ye. Ocaxa nifşên nû ye ku ewwil tê de perwerde dibin. Ger malbat zexm û saxlem be nifşên nû û civak jî  wê zexm û saxlem û tendurist bin. Malbata saxlem ew malbat e ku tê de jiyan bi îslamê ye û bi taybetî malbata nimêjker e ku nimêj nîşaneya herî zelal ya ‘evdîtiya Xweda ye. Mal a ku tê de nimêj nayête kirin jî wek maleke kambax ya ku kesek tê de najî. Ji ber vê, dê û bav derbarê nimêjê de digel hestgermî derbarê hînkirina nimêjê li zarokan jî divêt hestgerm û bi xîret bin. Ev yek emrê Xwedê (Celle Celaluhû) ye û berpirsiyariyek mezin e. Bi rastî jî Xweda wisa ferman kiriye: “Tu nimêjê li ehlê xwe emir bike û li ser wê sebir bike. Em ti rizqî ji te naxwazin, ê riziq didin te, em in. Aqîbeta xêrê ji mutteqiyan re ye.” (Sûretê Taha, Ayeta 132an) 25.09.2021

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir