• DOLAR 32.323
  • EURO 35.094
  • ALTIN 2306.902
  • ...
Yapicioglu: Meseleya Kurd berdewam dike û ev yek meseleyeke herîm muhîm ê Tirkîyeyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Li gorî me meseleya Kurd nehatiye çareserkirin û hêj berdewam dike”

Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, meseleya Kurd hêj di rojevê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di demeke nêz de serokên CHPê derheqê meseleya Kurd de hinek daxuyanî dan. Ji ber vê yekê ev mesele cardin hat rojevê û nîqaş di bergeha beyaneta ku ji teref serokê giştî yê berê yê HDPê Sezaî Temellî ve hat dayîn de berdewam kirin. Ji teref cenaha hikûmetê ve hat destnîşankirin, ku meseleyeke bi navê meseleya Kurd tune ye. Li gorî me meseleya Kurd nehatiye çareserkirin û hêj berdewam dike û meseleyeke gelekî muhîm e. Ger Tirkîye vê meseleyê çareser bike wê demê dikare di warê bi hêzbûnê ya li herêmê de gavên xwe ji xwe bawer bavêje. Lê belê heger vê yekê neke wê demê welatekî ku nikare meseleyên navxweyî çareser bike nikare midaxelî meseleyên herêmî bibe.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir