• DOLAR 32.368
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2325.452
  • ...
4 sal ji ser referandûma serxwebûna Kurdistanê derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama referandûma ku wê rojê hatibû lidarxistin de ji sedî 93yê gelê Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê erê dabûn.

Di 7ê Hezîrana sala 2015an de di serokatîya Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li navçeya Pîrmama Hewlêrê bi partîyên siyasî yên Kurdistanê re hevdîtinek hatibû lidarxistin û di wê civînê de biryar hatibû dayîn ji bo serxwebûnê di 25ê Îlonê de serxwebûn bê îlankirin.

Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a Kildanî-Aşûrî wê rojê beşdarî civînê bûbûn.

Digel daweta ku hatibû kirin Goran û Komel beşdarî civînê nebûbûn.

Ji bo referandûma serxwebûnê kî çi gotibû?

Tirkîye û hinek welatên ku cîranên Herêma Kurdistanê bûn li dijî qerara referandûmê rabûbûn.

Piştî ku biryara referandûmê hat dayîn re di 15ê Îlona 2017an de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, civîna Lijneya Ewlehîyê ya Neteweyî ya ku dê di 27ê Îlonê de bê kirin dê di 22ê Îlonê de bê kirin û gotibû: “Em terefdarê yekbûna axên Iraqê ne, ew ê Barzanî qerara me bibîne.”

Serokomarê wê heyamê Bînalî Yildirim ji ber biryara ku hat dayîn bi Serokwezîrê Iraqê Haydar el Abadî re hevdîtin kir û destnîşan kri ku ew terefdarê yekbûna axên Iraqê ne.

Yildirim piştî hevdîtina ku kir re daxuyanîyek belav kir û got ku “Referandûm ji bo me meseleyeke ewlehîya neteweyî ye û Tirkîye dê di vî warî de gavên pêwîst bavêje.”

Piştî biryara referandûmê Tirkîye hinek gav avêtin û pê dijberîya referandûmê kir ku ew jî wisa ne:

18ê Îlona 2017:Tirkîye li ber Derîyê Sînora Xabûrê dest bi tetbîqatê kir

18ê Îlona 2017:Sefîrên Iraqê yên yên Îran û Tirkîyê li Bexdayê civîyan û derheqê referandûmê de axivîn.

18ê Îlona 2017: Referandûm ji bo me meseleyeke ewlehîya neteweyî ye û Tirkîye dê di vî warî de gavên pêwîst bavêje.Bila tu kes li başûrê sînora me li gor xwe tiştinan neke.

19ê Îlona 2017:Erdogan di axavtina xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de destnîşan kir: Referandûm dibe ku li herêmê bibe sedema hinek pevçûnên nû.

23yê Îlona 2017:Tirkîye tezkereyan ji bo Iraq û Sûrîyê dirêj kir.

Serokwezîrê Iraqê Abadî jî derheqê referandûma ku dê bê kirin de daxuyanîyek belav kiribû û destnîşan kiribû, “Iraq ji bo parastina yekîtîya axên xwe ji bo midaxeleya leşkerî amade ye û ger sînor bên guhartin ew ê ev yek bibe sedema rijandina xwînê û dê ji wan kesên ku referandûmê kirine hisab bê pirsîn.”

Îran, Fransa, Amerîka bi daxuyanîya ku belav kirin dijberîya xwe ji bo referandûmê diyar kirin û Rûsya û rejîma îşxalê ya siyonistan jî ji bo referandûmê desteka xwe beyan kirin.

Digel temamê bertek û gefxwarina gelê Kurdistanê di 25ê Îlona sala 2017an de çû li ser sindoqan û îradeya xwe beyan kir. Di encama referandûma ku hat kirin de ji sedî 92.73yê gelê Kurdistanê dengê erê da.

Piştî referandûmê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serxwebûnê dest bi hereketê kir. Piştî vê yekê Hêzên Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî li Kerkukê bi Pêşmergeyan re şer kirin û artêşa Iraqê Kerkuk û Sîncarê desteser kir û berê xwe da Hewlêrê ku ji vê yekê re Pêşmergeyên ku girêdayê Qubad Talabanî bûn bûn sedem.

Piştî van bûyera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê îstîfa bike û destnîşan kir:”“Ji paşve xançer li me dan.”

Piştî îstîfayê hevdîtin hatin kirin û lihevkirin çêbû.

Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera referandûmê de peyamek belav kir û destnîşan kir “Em ê serî netewînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir