• DOLAR 32.514
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2436.094
  • ...
Fînala bernameya “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” li Diyarbekirê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di mehekê de ji zarokan re  derheqê nimêj, destnimêj, dia û hedîsê de ders hat dayîn. Zarokên ku ji wan re ders hat dayîn doh li ba Mizgefta Hz. Silêman kom bûn.

Zarokên ku hînî nimêj, destnimêj, dia û hedîsan bûn di bernameya bi navê “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” a ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve hat tertîpkirin  de kêfxweş bûn.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi nimêja ku bi cemaatî hat kirin berdewam kir.

Piştî nimêja ku hat kirin re  Muttalîp Gungenê Koordînatorê Bajara Diyarbekirê yê Platforma Nesla Qur’anê derheqê girîngîya rojê de axavtinek kir û balan kişand li ser ehemîyeta perwerdehîya Îslamî ya zarokan.

“Dê û bav dikarin bi hêsanî nimêjê hînî zarokên xwe bikin”

Piştî axavtina derheqê ehemîyeta rojevê de zarokê bi navê Îbrahîm Yildirim îlahîya “Ez Misliman im” bi deng kir û bername bi axavtina Dawud Yazgîn Xoce berdewam kir.

Dawud Yazgîl Xoce di destpêka axavtina xwe de bang li sehabîyên ku di dema Fetha Amedê de şehîd ketibûn kir û got: “We ji bo hatina Îslamê hatin vê derê. Vaye ev zarok ji bo xwedî li doza we derkevin li vê derê amade ne.” Yazgîl dû re axavtina xwe wisa domand: “Zarok ji dê û bavên xwe çi bibînin ew jî wisa dikin. Ji ber wê yekê perwerdehîya zarokan di 3 salîyê de dest pê dike.Ango dê û bav dikarin ji 3 salîyê pêve zarokên xwe perwerde bikin.Weke ku Pêxemberê me dibêje ‘Her zarok li ser fitrata Îslamê tê dinyayê.’ Ji ber vê yekê dê û bav dikarin bi hêsanî nimêjê hînî zarokên xwe bikin.”

“Bav divê  rojê carekê li camîyê nimêja wextekî digel zarokên xwe eda bikin”

Yazgîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, divê dê û bav li ser perwerdehîya zarokên xwe bisekinin û dû re wiha got: “Bav divê  rojê carekê li camîyê nimêja wextekî digel zarokên xwe eda bikin.Di vî warî de divê dê jî ji wan re bibin alîkar. Her wisa li malê jî divê nimêj bi cemaatî bên kirin.”

Bername bi îlahî û ezgîyên ku ji teref hunermendan ve hatin xwendin bi dawî  bû.(ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir