• DOLAR 32.517
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2433.248
  • ...
Welatîyên ku heywanan xwedî dikin ji halê xwe ya ku ew tê de ne razî ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên ku li Bidlîsê heywanan xwedî dikin û debara xwe bi heywanan dikin destnîşan dikin, li herêmê gelek kahnî li ber çikînê ne, heqê ka û emê jî gelek zêde bûye ku ji ber vê yekê heywanên wan pir zêde li xwe şikandine.

Nurullah Yildizê ku li gundê Çilhûra Tatwanê heywanan xwedî dike derbarê mijarê de wisa axivî: “Li gundê me 4 kerîyên pêz hene û di van kerîyan tevde 4 hezar heywan hene.Em li gund di rojekê bes dikarin carekê av bidin heywanên xwe.Îsal ev bû 4 meh ku baran nabare.Ji ber hişkesalîyê av û giya tune ye. Ji ber ku em nikarin çêrî û avê peyda bikin heywanên me zeîf dibin û şîrê wan hindik dibe.Em ji dewletê daxwaza alîkarîyê dikin.”

Necmeddîn Şîparê ku li herêmê ev bû 20 sal şivantîyê dike jî derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber ku îsal baran tune ye kahnî çikîyane û çêrî kêm e.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir