• DOLAR 32.524
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2421.756
  • ...
“Li Efrînê ji mufredatê derxistina Kurdî asîmîlasyon e”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin li Efrîna ku di bin kontrola Artêşa Azad a Sûrîyeyê de ye zimanê Kurdî ji mufredatê hat derxistin û wek dersa bihartî hat sererastkirin.

“Li Efrînê ji mufredatê derxistina Kurdî asîmîlasyon e”

Di berdewama daxuyanîyê de ji gava ku hatiye avêtin re bertek hat nîşandan û wisa hat gotin: “Li Efrîna ku di sala 2018an de ket bin kontrola Artêşa Azad a Sûrîyeyê her ku diçe zextên li Kurdî zêdetir dibin. Li Efrîna ku lê perwerdehî  xwerû bi zimanê Kurdî dihat dayîn, pêşî zimanê perwerdehîyê wek tirkî hat guhartin dû re hat destnîşankirin ew ê di heftîyekê de bes 2 ders bi Kurdî bên kirin û niha jî Kurdî ji temamê mufredatê hat derxistin.Agahîyên ku  ji teref midûrên mekteban û hinek mamosteyan ve ji çapemenîyê re tên dayîn vê rastîyê dide teyîdkirin. Li Efrîna ku lê exlebe Kurd dijîn ji mufredatê derxstina Kurdî ji asîmîlasyonê pêve ne tu tiştekî din e.Divê demildest dev ji xeletîyê bê berdan.Ger tê xwestin li herêmê  îstîqrar û aştî hakim be, wê demê divê Kurd û zimanê Kurdî tune neyê hesibandin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir