• DOLAR 32.333
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2299.36
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina  peyamek belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama xwe de derheqê hilbijartinên ku  dê bên  tertîpkirin de banga aramîyê li terefdaran kir.

Temamê peyama Barzanî wisa ye:

“Welatiyên ezîzên li Herêma Kurdistanê û Iraqê!

Di demek da propaganda û bangeşeya hilbijartinên (10)ê cotmeha bê li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe, daxwazê ji hemû aliyek dikim bangeşeyeke medeniyaneya aram, li asteke bilind da encam bidin. Nebê sedema bêzarkirina welatiyan û ji hemû têkdan û hevdû şikandin û nav biçûkkirinê dûr bê. Bi tu awayek li ser hesab û lekedarkirina kesayetiya berbijêr, bi taybetî berbijêrên jinan nebê.

Hemû alî û dam û dezgehên îdarî û emnî û medya û civaka medenî, hevkar bin ji bo serkeftina proseya birêvebirina bangeşeya hilbijartinê li çarçêweya yasayê da. Bi tevahî azad bê û derfeta wekhevî û wekî yek ji bo hemû aliyan û berbijêrek bê rexsandin.

Hemû hizb û aliyên siyasî divê ewe li bîra wan bê ku piştî hilbijartinê me hemûyan armanca me ewe li Bexda pêkve kar bikîn ji bo bihêzkirina demokrasiyê, berjewendiyên Iraqê bi giştî û bi dest ve anîn û parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bi taybetî. Li bangeşeya hilbijartinê da divê kareke wiha neyê kirin hemahengî û alîkarî û pêkveyî û karê hevbeşî ya paşerojê li Bexda dijwartir bike.

Dengdan maf û erk û berpirsiyariye, divê peyama me hemûyan ewe bê ku welatî wê mafê xwe bikarbînin, erk û berpirsiyariyê hilbigrin û bi beşdariyeke çalak li dengdanê da bikin, hemû pêkve li guhertin û hewlên avakirina paşerojeke baştir da beşdar bibin. Ev hilbijartin ji bo Iraqiyan girînge, civaka navdewletî jî bi girîngiyê ve lê temaşe dike. Ji bo wê yekê Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa tîmên xwe dişînin û li nêzîk ve çavdêriyê dikin.

Hêviya bangeşeyeke serkeftî ji bo hemû aliyek û hilbijartineke pak û bêkêmasî dixwazim ku cihê baweriya me hemûyan bê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir