• DOLAR 32.561
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2430.055
  • ...
SON DAKİKA
Mesûd Barzanî  di salvegera  33yemîn a Enfala Behdînan de peyam belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir, dijminên gelê Kurdistanê li berçavê hemû cîhanê pêşketîtirîn çek û zalimtirîn siyasetê ji bo qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê bikaranîn, lê belê gelê Kurdistanê xwediyê îrade û dozeke rewa bû û li beranber vê jenosayd û komkujiyê xwe bi dest ve neda.

Temamê deqa peyama Barzanî:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Sîh û sê sal berî niha rejîma berê ya Iraqê li tawaneke din û li dawiya qonaxa proseya Enfalê da piştî bombebaran û kîmyabarankirina herî zêdeyê devera Behdînan, xelkê wan navçeyan û pêkhatên wê rûbirûyê girtin û bêserûşûn kirin û bi zorê veguhestinê kir. Li wê tawanê da Hikûmeta Iraqî sedan hezar hêzên pirçekî li dijî nîştecihên bêtawanê Behdînanê de bikaranî.

Ev tawane berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku li sedsala derbasbûyî dijî gedeyên gelê me li Barzan û Germiyan û Helebçe û tevahiya Kurdistanê birêveçû.

Dijminên gelê Kurdistanê li berçavê hemû cîhanê pêşketîtirîn çek û zalimtirîn siyasetê ji bo qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê bikaranî, lê belê gelê Kurdistanê xwediyê îrade û dozeke rewa bû û li beranber vê jenosayd û komkujiyê xwe bi dest ve neda û ew dijmin û tawanbaran bûn ku ketin zibildanka dîrokê de. Eve waneyeke pir bi wateye hem ji bo gedeyên gelê me û hem jî ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê.

Li salvegera Enfala Behdînan da silav ji bo giyanê pakê şehîdan û enfalkiriyan re dişînin û pêdagiriyê li ser mafên rewayê gelê me dikîn. Pêwîste jî dewleta Iraqê qerebûyê jenosayd û wê tawan û zulman bike ku di derbarê mîlletê me hatiye kirin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir