• DOLAR 32.358
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2324.46
  • ...
Avrupa Yetim Eli li Makedonyayê bi sedan zarokan da sunnetkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doktorên dildar ên ku ji welêt çûn Makedonyayê di bin  banê Avrupa Yetim Eliya ku li herêma Ustrumcayê bi Komeleya Dost Elî re li hev kiribû de bi sedan zarokan sinnet kirin.

Li herêmê bi sedan zarok bi merasîma ku hat lidarxistin hatin sinnetkirin.Serokê Avrupa Yetim Eli Abdurrahman Altun derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

“Ew ê merasîma sinnetê heta 3 rojan berdewam bike”

Altun di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li vê derê gundên Mislimanan heye û Misliman dijîn  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însanên li vê derê  feqîr  in û nikarin zarokên xwe bidin sinnetkirin. Ji ber vê yekê çavên wan li alîkarîyeke ku ji derve bê ye. Ji ber ku serî li me dabûn em jî hatin vê derê û ji wan re bûn alîkar. Me digel xwe doktor ji welêt anî vê derê. Ew ê merasîma me heta 3 rojan berdewam bike. Me sînorek nedanîya li ber xwe, di van 3 rojan de çiqas zarok bên em ê wan jî sinnet bikin.Di dema sinnetê de pêlîstokan jî didin zarokan. Ji ber vê wesîle Xweda xêra doktor, xêrxwaz û kesên ku keda wan di vî karî de heye qebûl bike.”

Hayat Îbrahîmê  ku li gundê Banskoyê melatîyê dike û Komeleya Dost Elîyê saz kiriye jî derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ê di bergeha merasîmê de zêdetirî 250 zarokî sinnet bikin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir