• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji Weqfa Evîndarên Pêxember peyama "Roja Aşûreyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta Roja Aşûrayê ya meha Muharremê peyamek weşand. Osman Duranê yek ji rayedarên Nûnertiya Entabê ya Weqfa Evîndarên Pêxember, peyama weqfê xwend.

"Em ê roja 10 ê ya vê mehê wekî Roja Aşûreyê îdrak bikin"

Duran di destpêka peyama xwend de ji Xwedê re şikir kir û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Hemd ji Xwedayê Rebbê aleman re. Selat û selam li Pêxemberê me Muhemmed (as), li ser hevalên wî yên qedirbilind, li ser Ehlê Beyta  wî û bawermendên ku dê heya Roja Qiyametê rêya wî bişopînin, be. Ji vê hefteyê pê ve , em ketine sala Hîcrî 1443yan. Meha ewil a salnameya Hicrî Muharrem e. Em ê roja 10-ê vê mehê wekî Roja Aşûreyê îdrak bikin. Em ê wê êş û elema ku ji ber bobelata Kerbelayê pêk hatiye ji bîr nekin û wê êş û elema ku wê rojê pêk hat ji bîr nekin.”

“Gelek hadîseyên bi hîkmet ên bêhejmar û gelek mucîze di Roja Aşûreyê de qewimîne”

Duran di berdewama peyama xwe de destnîşan kir, tê zanîn ku Roja Aşûreyê rojek girîng e, lewra di wê rojê de di heyata pêxemberan de gelek tiştên muhîm qeimîne. Duran dû re wiha got, "Li gorî rîwayetan , qebûlkirina tobeya Pêxember Adem (silava Xwedê lê be) û ji lehiyê xilas bûna Hz. Nuh û bawermendan, ji zikê masî derketina Pêxember Yûnûs (eleyhîsselam), neşewitîna Pêxember Îbrahîm (aleyhisselam) di agirê ku tê de hatiye avêtin, gihaştina Pêxember Yusuf (as) li bavê xwe  Pêxember Yaqub (eleyhisselam), derketina ji bîrê avê ya Pêxember Yusuf (aleyhisselam), xelasbûna ji nexweşîyan a Hezretî Eyyûb (silav lê bin) , bi destûr û alîkariya Xwedê derbaskirina Deryaya Sor  a Mûsa Pêxember (aleyhisselam), hatina dinyayê ya Hz. Îsa(aleyhisselam) û derketina wî ba Xwedê, hilkişîna Hezretê risdrîs (eleyhisselam) ber bi ezman ve û gelek hadîseyên wisa di vê roja mibarek de pêk hatine.”

 “Divê em Hz Huseyîn û hevalên wî ji bîr nekin"

Duran di berdewama peyamê de bi bîr xist ku Roja Aşûreyê salvegera bûyera Kerbelayê ye, ku ev bûyer lekeyeke reş li dîrokê hişt. Duran dû re wiha li peyama xwe zêde kir: "Weke her sal îsal jî di vê rojê de divê şehadeta Hezretî Huseyîn û hevalên wî cardin bê bîrananîn û ji bo ev mesele neyê jibîrkirin bi şikleke hûrgulî qala wê di nava civakê de bê kirin. Pêwîst e ku tiştên qewimîne werin bibîranîn, ji jin, mêr, zarok, pîr, rêvebir, mirov, ango ji her kesî re li gorî dikare fêm bike û hewce bike bê gotin. Divê em Hz Huseyîn û hevalên wî ji bîr nekin.”

“Ger  umemta Îslamê bi heqqê derdê Hz. Huseyîn fam kiribana ew ê îro ne di vî halî dabana”

Duran di berdewama peyamê de balan kişand li ser halê nebaş a ummeta Îslamê û rêya rizgarîya vê halê nebaş û perîşanîya tê de û dû re wiha got: “Micadele û helwesta Hz. Huseyîn ji bo îdarevan û desthilatdarê welatên Îslamê divê bibe mînak. Ger  umemta Îslamê bi heqqê derdê Hz. Huseyîn fam kiribana ew ê îro Budîsên putperest dê nikaribana li Arakanê Mislimanan qetil bikira, ew ê Surîye, Iraq, Afganistan û welatên din ên Îslamê ne di vî halî de bana.Ew ê Tirkistana Rojhilat ne di bin îşxala Çînê de bana.Ji bo me karibin bibin ummeteke ku Hz. Huseyîn fam bike divê em terka temamê ixtilfan bikin û di xalên hevpar de werin ba hev û bibin yek.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir