• DOLAR 32.576
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2426.327
  • ...
Rayedarên PDKê û Hikûmeta Kurdistanê ji ber salvegera 75emîn a PDK peyam belav kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê deqa peyamê Rayedarên PDKê û Hikûmeta Kurdistanê:

Peyama Partîya Demokrat a Kurdistanê:
 

Me daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê kiriye rêz û hurmetê ji serweriya Herêma Kurdistanê re bigrin û hurmetê ji pêbendiyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê û yasayên wê re jî bigrin. Herwiha me daxwaz ji wan kiriye ku hicetê nedin ti dewletekê ku sînorê Herêma Kurdistan Iraqê derbas bike û ziyanêb bighîne statyoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xelkê wê.

Piştî şerê cîhanî yê dûyem bêhêviyek mezin li Kurdistanê çêbibû, lê bi damezrandina PDK ew bêhêvî çû. Damezrandina PDK bi alîkariya hizrê pêşketî yê rêberê netewî (Mistefa Barzaniyê Nemir) û komek ji dilsozên gelê me, hêvî ket dilê xelkê Kurdistanê, herwiha bû minberek ji bo komkirina hemû hêz û kesên hêza yên siyasî û civakî û kiltûrî.

PDK bingehên sereke yên rêbaza tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê danî û ji wir qonaxên cuda yên hizra netewî û niştimanî hat holê û êdî rewşeke nû li tevahiya Kurdistanê çêbû. Êdî îradeyeke niştimanî çêbû ku xelkê Kurdistanê hest bi hebûn û şiko û pirsa xwe ya netewî û niştimanî kirin.PDK rêbertiya şoreşa mezin a Îlonê kir û piştî 9 salan ji xebata pêşmerge û danustandinan rêkeftina 11ê Adara 1970 bicîh hat, ku ew rêkeftin bû yekemîn destkefta itîrafkirî ji aliyê niştimanî û netewî ya Kurdî de li ser asta hemû Kurdistanê.

PDK herwiha şoreşa Gulanê pêxist. PDK piştre bi dilsozî û bi sîngfirehî çû qonaxa hebûna hizbên cuda li Kurdistanê. Herwiha PDK rolek mezin dît di avakirina bereya Kurdistanî de û pêşverû bû di xebata rewa ya xelkê Kurdistanê û heya bi raperîna sala 1991ê û gelek qurbanî da di riya netewî û niştimanî de. Serok Mesûd Barzanî û PDK kar ji bo wê yekê kirin ku şeriyet û rewatiya şoreşê bikeve destê yasayê de û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 19.5.1992 lidar xistin û di encamê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin û dezgehên din ên şeriî yên Kurdistanê çêbûn.

Berdewambûn û parastin û serkeftbûna bê statyoya Kurdistanê bû sebeb ku ji bo ku ev statyo bibe şeriî û destûrî. PDK herwiha berdewam parêzgariyê li vê statyoyê û li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike. Serok Mesûd Barzanî û PDK dibînin ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê di ser hertiştî re ne. PDK wek hercar qet dest ji Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî yên madeya 140 bernade û dest ji ti mafeke din ê gelê Kurdistanê bernade. PDK hemû hewlên xwe dide ji bo cîbicîkirina madeya 140 û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de. Li ser asta navçeyê jî, PDK hewlên me bi wî alî de bûn ku pêwendiyên me ligel dewletên cîran li ser bingeha cîrantiyeke baş be û ji bo wê yekê me kar kiriye. Tevî ku em dixwazin ew dewlet pirsgirêkên xwe li ser bingeha demokrasî û aştî û diyalogê çareser bikin. Herwiha me daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê kiriye rêz û hurmetê ji serweriya Herêma Kurdistanê re bigrin û hurmetê ji pêbendiyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê û yasayên wê re jî bigrin. Herwiha me daxwaz ji wan kiriye ku hicetê nedin ti dewletekê ku sînorê Herêma Kurdistan Iraqê derbas bike û ziyanêb bighîne statyoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xelkê wê.”

 

Peyama Mesûd Barzanî ya li 75. salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftih û pêncemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû kadîr û endam û alîgirên Partî dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.

Damezrandina Partî li şanzdehê tebaxa 1946 da zerûreteke dîrokî bû ji bo berdewamiya xebat û berxwedana gelê Kurd ya li wê demên ku neyar û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla nehiştina şoreş û serhildana gelê Kurd didan. Partî her li destpêka damezrandinê ve heta niha amrazek buye ji bo pêkanîna armanca demokratî û niştîmanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û li heman demê de jî mil bi milê li gel hêzên têkoşer û niştimanperwerên dinê Kurdistanê amrazên bergirîkirinê buye li maf û nasnameya gelê Kurdistanê ya li hemû qonaxan da.

Xebata Partî fakterê girîng û bi bandor li dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire li evraz û nişêvî û Partî beşdareke serekî li serkeftin û destkeftan buye û li qonaxên dijwar da herdem xwe bi berpirs zaniye. Li hemû qonaxan da Partî wekî amrazek buye li destê gelê Kurdistanê de ji bo mîsogerkirina maf û destkeftan û kûrtirkirina fireh alî û birayetî û pêkvejiyanê û rola xwe ya pêşeng li hemû warên jiyana siyasiya Kurdistanê de parastiye.

Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû û ji dayikbûna Partî destpêkeke nû bû ji bo têkoşîn û xwe radestnekirin û nehiştina bêhêviyê. Cihê şanaziye Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyeke teng û hizrî ya şovenî û tundiyê ve girênedaye û buye sêwanek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê li bin da kombibin û eve bi xwe destkefteke bêwêne û serdemiyane bû li pêşketina hizra siyasiya li Kurdistanê da. Partî herdem hilgirê peyama aştiyê bûye û berdewam jî amade bûye ji bo berevanîkirina Kurd û Kurdistanê.

Di dema niha de aramî û parastina Kurdistanê û bihêzkirina pêkvejiyan û aramî û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhat û aliyên siyasiyan û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ewlewiyeta serekiya siyaseta Partî ye. Her wiha Partî tekez li wê yekê dike ku doza rewaya gelê Kurdistanê pêwîste li rêya aştî û hevdû têgihîştinê û dawiya bi zimanê înkar û xwesepandinê bêanîn û bê çareser kirin. Di derbarê rewşa Iraqê jî mixabin ew sedemên ku bûne hokarên serhildana teror û nearamiyê hê jî mane. Her li vî warî de ez bawerim hilbijartinên paşerojê ya Iraqê dikarê bibe dergeheke baş ya ji bo nûbûna proseya siyasî û çespandina îradeya welatiyan ya ji bo gûhertin û gihîştina bi aramiyê.

Li vê salvegera pîroz da pêwîste hemû partî li asta mezinahiya dîrokê û qurbanîdana partiyên xwe bin û tu demekê ewe ji bîra wan neçê ku Partî(PDK) partiyeke xwediyê dozekêye û xwediyê rêbaza Barzanî ye û bi navê rizgarî û xizmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Pêwîste ji berê bihêztir rûbirûyê gefan bibe û derfetan jî ji bo bihêztirbûna Kurdistanê bikarbînin û erkê xwe ya ji bo pêşxistina avadanî û pêkvejiyan û tebayî ya Kurdistanê, bi baştirîn awayî encam bidin.”

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir