• DOLAR 32.526
  • EURO 34.76
  • ALTIN 2492.308
  • ...
HUDA PAR: Ji ser qetlîama ku li Konyayê hat kirin hat xwestin şereke qewmî bê derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Raporta bi navê “Komîsyona Lêkolînkirina Qetlîama li Merama Konyayê” ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat amadekirin bi civîna ku li Serokatîya Bajara Stenbolê ya HUDA PARê hat tertîpkirin bi raya giştî re hat parvekirin.

Rapor ji teref Mahmut Şahînê Serokê Komîsyona Lêkolînkirina Qetlîama li Merama Konyayê  ve hat parvekirin. Şahîn di raporta ku belav kir de destnîşan kir, di encama lêkolîna ku hat kirin de hat tespîtkirin ku meseleya ku rû daye ne meseleya Kurd û Tirk e, mesele ji ber hisûmeta heyî ya di navbera du malbatan de rû daye.

“Ji bo hisûmeta heyî  bê dawîkirin di vî warî de gavên pêwîst nehatin avêtin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, piştî ku di navbera malbatên Dedeoglu û Keleş de bûyer rû da û hisûmet çêbû re; malbat, muxtar, partîyên siyasî, îdarevanên STKyan û rûspîyên Kurd û Tirkan ên li wê mehelê ji vê meselê re bêdeng man û dengê xwe ji vê yekê re nekirin.Ev yek jî rewşa dawî ya civaka me ya li hember vê meseleyê nîşanî me dide. Lewra ji bo hisûmeta heyî  bê dawîkirin di vî warî de gavên pêwîst nehatin avêtin.”

“Ji bo mesele  bi temametî derkeve holê û her tişt aşkere bibe divê lêkolîn û tehqîqeteke berfireh  bê kirin”

Şahîn di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand li ser helwest û tewra rayedarên hikûmetê û dû re wiha got: “Rayedarên dewletê piştî qetlîama ku hat kirin re gavên pêwîst neavêtin û bi heqê wê agahîyên rast bi raya giştî re parve nekirin. Ev yek bû sedem ku hinek derdor li ser vê meseleyê xeberên provakatîf amade kirin.Di meseleyên wisa de divê rayedarên dewletê demildest gavan bavêjin û raya giştî derheqê meseleyê de agahdar bikin da ku tu kes nikaribe xeberên provakatîf nikaribin bikin. Ji bo mesele  bi temametî derkeve holê û her tişt aşkere bibe divê lêkolîn û tehqîqeteke berfireh  bê kirin. Divê ev yek jî bê zanîn ji ser qetlîama ku li Konyayê hat kirin hat xwestin şereke qewmî bê derxistin.”(ÎLKHA)

Temamê metna raporê:

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir