• DOLAR 32.566
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2431.003
  • ...
Dîmenên qetlîam û wehşeta ku li Konyayê hat kirin derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dîmenên ku ji teref kamereyên ewlehîyê yên malê ve hatine girtin de tê dîtin êrîşkarê bi navê Mehmet Altun di dema ku li hewşa malê rûdinê ji nişka ve radibe li ser pîyan û çekê ku digel xwe anîbû derdixe û endamên malbatê dide ber guleyan.

Di berdewama dîmenan de tê dîttin Altnunê ku êrîşî malbata Kurd dike dû re ji cihê qetlîamê direve.

Kesên ku di qetlîamê de hatin qetilkirin doh hatin spartin axê. Wezîrê Edaletê Abdulhamîd Gul jî beşdarî merasîma cenazayê bû û destnîşan kir: “Li gorî agahîyên ewil bûyer li ser meseleyeke qewmî pêk nehatiye.”

Lê belê li gorî îddîayan êrîşkar ji ber ku malbata Dedeoglu Kurd bû êrîş biriye li ser wan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir