• DOLAR 32.494
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2433.14
  • ...
HUDA PARê derheqê qetlîama ku li Konyayê li hember malbata Kurd hat kirin de daxuyanî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em vê êrîşa hovane û failên wê bi tundî şermezar dikin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di bîran hat xistin ku di 30ê Tîrmeha 2021ê de li navçeya Merama Konyayê li hember malbata Dedeogullari hat kirin û di vê êrîşa çekdarî de 7 kes bi şikleke hovane hatin qetilkirin. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Hat hînbûn ku di 12ê Gulana sala 2021ê de êrîşeke din li vê malbatê hatibû kirin û di vê êrîşê de 6 kes birîndar bûbûn. Ji ber vê êrîşa ku hatibû kirin hinek kesên ku failên vê êrîşê bûn hatibûn girtin û 2 ji van xaric ên din hatibûn berdan.  Em ji Xwedê ji bo wan welatîyên xwe yên ku bi şikleke zalimane hatine qetilkirin rehmetê û ji nas û hezkirîyên wan re sebrê teleb dikin. Em vê êrîşa hovane û failên wê bi tundî şermezar dikin.”

“Divê derheqê failên qetlîamê û kesên ku vê yekê danekirin û wezîfedarên ewlehîyê yên ku îhmala wan di vê meselê de heye de darizandineke baş  bê kirin û cezaya ku heq dikin ji wan re bê dayîn”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, sedemên qetlîamê ji teref meqamên edlî û îdarî ve nehatine îzahkirin ku ji ber vê yekê dilê raya giştî nerihet e  û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Hinek derdorên ku vê yekê wek fersendekê dîtin, di çarçoveya hinek îddîa û delîlan de hewl dan û anî zimên ku ev qetlîam ji ber pevçûnên qewmî û nîjadî hatiye kirin û hewl dan ku vê pêvjoyê provoke bikin. Ji bo li welêt rageşî û gengeşîyên li ser meseleya qewmî neyên kirin divê mesele demildest û bi lez  bi temamê hûrgilîyên xwe bê  lêkolîn û ronîkirin.Ev qetlîama ku hat kirin  cardin wê zafîyeta ewlehîyê ya ku heye û her ku diçe zêdetir dibe derxist holê. Digel ku tê zanîn ger di navbera du malbatan de rageşî û meseleyek rû da be dibe ku ev mesele mezin bibe, lê belê digel vê yekê tedbîrên parastin û ewlehîyê nehatin standin. Divê derheqê failên qetlîamê û kesên ku vê yekê danekirin û wezîfedarên ewlehîyê yên ku îhmala wan di vê meselê de heye de darizandineke baş  bê kirin û cezaya ku heq dikin ji wan re bê dayîn.Her wisa divê demildest edalet bê tesîskirin û wijdana raya giştî bê rehetkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir