• DOLAR 32.798
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2509.436
  • ...
Partîya Bizûtnawey Îslamî Serokê Giştî yê HUDA PARê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

​Cigîrê Serokê Giştî yê Partîya Bizûtnawey Îslamî Dr. Ahmed Germîyanî, Sekreterê Giştî Dr. Newzad Xidir û Endamê Lijneya Îdareya Giştî Kemal Zirarî pêkve çûn ziyareta Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu. Hevdîtin li Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HUDA PARê pêk hat.

Di hevdîtina ku hat kirin de Cigîrê Serokê Giştî yê Partîya Bizûtnawey Îslamî Dr. Ahmed Germîyanî ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu  re silavên Serokê Giştî yê Partîya Bizûtnawey Îslamî Şêx Îrfan Alî Abdulazîn ragihand û destnîşan kir ew ji nêz ve HUDA PARê dişopînin û ew him li bakurê Kurdistanê û him li Tirkîyê xebatên baş dike.

“Em daxwaz dikin ku pêwendîyên me yên bi HUDA PARê re berdewam bikin”

Germîyanî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser meseleya Kurd û destnîşan kir, ev mesele ji bo wanan meseleyeke hevpar e û ew bi nêrîneke Îslamî li vê meselê mêze dikin. Germîyanî dû re wiha li  axavtina xwe zêde kir: “Emperyalîzm bi gotinên mîna demokrasî û lîberalîzm fikrên din ên li ser rûyê cîhanê ji holê rakir.Ji ber vê yekê cîhaneke bêfikir û bêraman derket holê. Bes Îslam li dijî vê yekê li ber xwe da û li ser pîyan sekinî. Qeweta wan negihaşt ku fikr û ramana Îslamî ji holê rakin. Ev yek zorê da wan hareketên Îslamî. Emperyalîzm niha bi Mislimanan û bi Îslamê re şer dike. Ji ber vê yekê divê Misliman hevdu bigirin û bibin yek. Ji ber vê yekê em dixwazin ku pêwendîyên me yên bi HUDA PARê re berdewam bikin. Pêwîst e em tev ji bo Ummeta Îslamê bixebitin, lê belê divê ev xebat pêşî ji bo gelê me yê mezlûm a ku mezlûm û tenê hiştin be. Divê em vê xizmetê di destpêkê de ji bo kesên li derdora xwe bidin destpêkirin û dû re li her derî belav bikin.”

“Meseleya Kurd encax bi edaletê  dikare bê çareserkirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî di hevdîtinê de destnîşan kir, bi peymana Sykes-Picot di nav me de sînorên sunnî çêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ev sînorên sunnî tunebana dibû ku em di bin heman banî de siyasetê kiribana. Em bi fikr û ramana Îslamî li meseleya Kurd mêze dikin. Ew kesên ku bi fikr û ramanên xeyrî Îslamî li meseleyê mêze dikin naxwazin ku ev mesele bê çareserkirin û daxwaz dikin ku ew fikr û raman û îdeolojîyên wan di nav Kurdan de belav bibe. Xweda ferman daye ku însan bi edalet tevbigerin. Meseleya Kurd encax bi edaletê  dikare bê çareserkirin. Ger ronahî tune be wê demê tarîtî heye.Li cihê ku lê edalet tunebe lê tarîtîya zilmê hakim dibe. Belê divê em pêşî ji gel û milletê xwe re xizmetê bikin. Em hewl didin li çar alîyê cîhanê ji wan birayên xwe yên ku neheqî  û zilm li wan tê kirin re bibin alîkar. Lê belê gotineke pêşîyan a Kurd heye û tê de tê gotin ‘Lêv ji diranan  pêştir e.’ Bi izna Xwedê ew ê pêwendîyên me yên bi birayên me re bi hêztir bibe.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir