• DOLAR 32.52
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2426.31
  • ...
Îsmaîl Heniyye dê îro serdana Libnanê bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyaniya ku ji aliye Ofîsa Libnan a tevgera HAMAS ve hatî dayîn, heyet dê di çarçova têkiliyên xwe yên Bêrûdê de ku dê çend rojan bidome bi serokên saziyên qanûndaner, rêvebir û dadwerî û kesayetên navdar ên siyasî yên Libnanê re bicive.

Di serdanên navborî de, hat diyarkirin ku dê geşedanên li Fîlîstînê, serfiraziya ku li dijî îşxalkerên siyonîst di Şerê Şûrê ya Qudsê de hatîne û ramanên wê werin nîqaşkirin.

Ji aliyek din, şandeya HAMAS dê di serdanê de bi rayedarên Libnanî re rewşa penaberên Fîlîstînî li welat gotûbêj bike.

HAMAS ragihand ku Heniyye û şandeya pê re dê biçin gelek welatan û ji bo vê yekê rêkeftinên hewce hatin kirin.

Mahir Ubeyd, endamê Deftera Siyasî ya HAMAS, di beyanameyek vê dawîyê de got ku şandeya HAMAS dê piştî serdana Fas û Morîtanya di rojên bê de serdana hin welatên din bike.

Ubayd destnîşan kir ku danûstandinên ji bo heyeta bi serokatiya Heniyye piştra biçin Cezayîr û Rûsyayê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir