• DOLAR 32.513
  • EURO 34.559
  • ALTIN 2497.848
  • ...
HUDA PAR: "Divê mafê bi zimanê zikmakî bê dayîn û Kurdek karibe temamê dersên xwe bi Kurdî bibîne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Divê mafê bi zimanê zikmakî bê dayîn û Kurdek karibe temamê dersên xwe bi Kurdî bibîne”

Kaya di bernameya ku beşdarî bû de derheqê zimanê Kurdî de destnîşan kir, divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û dû re wiha got: “Divê mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî bê dayîn. Dema ku qala vê yekê tê kirin tê diyarkirin ku ew ê welêt dabeş bibe. Li Çînê bi zêdetirî 140 zimanê mehelî perwerdehî yê dayîn. Li Swîsreyê bi zimanên Fransizî, Almanî, Îngîlîzî perwerdehî tê dayîn.Lê mixabin dema ku li Tirkîyeyê qala vê yekê tê kirin û tê gotin bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê, dibêjin ku ‘ew ê welat parçe bibe.’ Em ji roja ku hatine dinyayê virve bi zimanê xwe diaxivin, lê welêt parçe nebû.Osmanî li ser 3 parzemînan desthilatdar bû.Hemû kes bi zimanê xwe diaxivî.Osmanî ji ber vê yekê parçe nebû. Heta ku komare hat damezrandin li herêma me di medreseyan de zimên perwerdehîyê Kurdî bû, li Îranê bi Farisî  bû û li Azarbeycanê jî Azerî bû û welêr dabeş û parçe nebû. Ji pola duyemîn ve di polan de dersa Îngîlîzî tê dayîn, lê belê tu kes zimanê Îngîlîzî hîn nabe.Ger ew zimanê ku di mal de tê axavtin di mekteban de pê ders neyê dayîn wê demê serkeftin dernayê holê.Divê Kurdek temamê dersên xwe bi Kurdî bibîne.”

“Ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê divê astengîyên li berê bên rakirin”

Kaya di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê divê astengîyên li berê bên rakirin û dû re wiha got: “Ger li welatî ji bo mamostetîya matematîk, fîzîk û Tirkî mamoste karibin bên perwerdekirin bi heman awayî ji bo Kurdî jî mamoste dikarin bên perwerdekirin. Wê pêşîya beşekê vekir, lê ev nes bes e. Divê hûn ji bo wan kesên ku vê beşa Kurdî xelas dikin garantîya kar û destheqeke baş bidin. Ger hûn vê yekê bikin ew ê xwendekar eleqe nîşanî bidin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir