• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PAR: Divê ji bo pirsgirêkên penaberan çareseriyên mayînde werin hilberandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapıcıoğlu bi minasebeta 20ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan li ser pirsgirêkên penaberan bisekinin û çareseriyên mayînde hilberînin.

“Siyaseta dagirkerî û talankirinê ya emperyalîstên kolonyalîst ên dijmirov, her sal dibe sedema mirina bi sed hezaran mirovan”

Yapıcıoğlu, destnîşan kir ku di warê mafê jiyanê de, ku mafê herî bingehîn ê mirov e, cîhan her ku diçe bêhêztir dibe û dû re wiha  got: "Siyaseta dagirkerî û talankirinê ya emperyalîstên kolonyalîst ên dijmirov, her sal dibe sedema mirina bi sed hezaran mirovan û dibe sedem ku bi mîlyonan mirovên ku erdên wan têne dagirkirin neçar in ku welatê xwe biterikînin. Sefaleta ku ji ber zilm, îşxal û talanê derketiye holê û ji ber qetlîamên ku tên kirin her ku diçe problema penaberan mezintir dibe. Divê welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan li ser pirsgirêkên penaberan bisekinin û çareseriyên mayînde hilberînin. “

“Şer, zilm û qetlîamên ku li ser erdnîgariya Îslamî tên kirinbûye sedema bobelateke mezin a însanî”

Yapıcıoğlu di berdewma daxuyanîya xwe de bal kişand li ser bûyerên ku li erdnîgariya Îslamê pêk tên û dû re wiha got:"  ji ber qetlîam, zilm û şerên ku bi stratejîyên emperyalîzma kûrewî û hevkarên wî  li ser erdnigarîya Îslamê tên kirin bûn sedema bobelateke mezin a însanî. Li gelek welatên mîna Sûrîye, Filistîn, Iraq, Yemen û Arakan û Tirkistana Rojhilat  ji ber zilma ku tê kirin kesên ku fersend dîtin koçî welatên cîran kirin. Îro Tirkîye li cîhanê bûye welatê yekemîn a ku herî zêde penaberan dihewîne û ji wan re mazûvantîyê dike. Em muntesîbên medenîyeteke wisa ku ew ew medenîyet dibêje ‘Heger cîranê kesekî  birçî be û ew têr raze, ew kes ne ji me ye.’ Ji ber vê yekê divê em destekê bidin wan birayên xwe yên ku koç dikin û tên vê derê. Divê ev alîkarîyên me heta ku ew karibin vegerin welatên xwe berdewam bikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir