• DOLAR 32.526
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2488.926
  • ...
Şer û hişkesalî metirsiya birçîbûnê li Sûriyê zêde dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûnerê Sûriyê yê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Michael Robson ragihand ku ji ber hişkesaliya li Sûriyeyê dê berhema genim ji sala borî kêmtir be.

Koordînatorê Sûriyeyê yê Rêxistina Birçîbûnê ya Elman (Welthungerhilfe) Konstantin Witschel rewşa birçîbûnê ya li Sûriyeyê wekî "karesat" şîrove kir. Witschel diyar kir ku hejmara kesên ku hewceyê arîkariya mirovî ne bi şikleke aşkere zêde bûye.

Witschel diyar kir ku ew ji ber berhema genimê li welêt pir bi fikar in, got ku xwarin her ku çû kêm bûye û bihayê nan, zebze û fêkiyan zêde bûye. Di pevçûnên ku ev 10 sal in li Sûrî berdewam dikin de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzîkê 15 mîlyon kes ji malên xwe koçber bûn.

Li gorî daneyên Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî, ji 12 mîlyonî zêdetir Sûriyeyiyên ku ji sedî 60ê nifûsê pêk tînin, di warê temînkirina xurekê de zehmetîyê dikşînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir